Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin 2022-01-28 14:15:01 MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê, cendirmeyan bi ser malan de girt û jineke kobanî bi pitika wê ya 15 rojî re binçav kir.  Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hat destpêkirin de cendirmeyan li taxa Çay a navçeya Akdenîzê bi ser mala malbateke kobanî de girt. Di serdegirtinê de cerndirmeyan jinek û hevjînê wê bi pitika wan a rojî re binçav kir.    Hat hînbûn cemdirmeyan kesên binçav kiriye bi xwe re biriye Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.