Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand 2022-01-28 15:02:31   AMED- Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, derbarê Pêşniyarqanûna Pîşeya Mamotetiyê de li ber PTT'ê daxuyanî da û fax ji meclisê re şand.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) a Amedê, derbarê Pêşniyarqanûna Pîşeya Mamotetiyê de li PTT'a li semta Ofisê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa Yekemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Zulkuf Guneş axivî û bi bîr xist ku Qanûna Pîşeya Mamostetiyê 3 sal in di rojevê de ye û di nav mehekê de bi awayekî veşartî hatiye amadekirin.    Guneş, da zanîn ku wê qanûn di 1'ê sibatê de bikeve rojeva meclisê û wiha got: "Belê pêwistî bi Qanuna Pîşeya Mamostetîyê heyê lê divê qanûn ji mamoste, perwerdekar û sendîkayên perwerdê bê pirsîn. Ev qanuna cihekariyê dike navbera mamosteyan. Di vê qanûnê de tenê  mafên aborî hene.. Cihekariyê dike navbera mamosteyên gihandî û negihandî. Daxwaza me qadro û ewlehî ye. Ne tênê ji bo mamosteyan, pêwîste ji bo hemû perwerdekaran qanuneke ku mafê wan biparêzê were amadekirin."   Piştî daxuyaniyê endamen Egîtîm Senê derabrê pêşnîyarqanûnê de li PTT ji meclisê re fax şandin.