Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin 2022-01-28 15:13:23   ÎZMÎR - Rêxistinên hiqûqê û mafê mirovan ên li Îzmîrê ji bo Abdulgaffar Dayan ê li Cizîrê maşîneya zirxî lê qelibî û mir, daxuyanî dan û xwestin kuştinên plankirî bi dawî bibin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Şaxên Îzmîrê têkildarî Abdulgaffar Dayan ê li navçeya Cizîrê maşîneya zirxî lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest da daxuyanî dan. Nûnerên saziyan li ber Dadgeha Baryakliya Îzmîrê li hev civiyan û pankarta “Ev ne qeza ye ê berpirsiyarên qetlîamê hesab bidin” hildan. Li ser navê saziyan parêzer Welat Zeren daxuyanî da.    DI 4 SALAN DE 18 KES HATIN KUŞTIN    Zeren destpêkê bal kişand ser rapora THÎV û ÎHD’ê yên binpêkirinên mafan ên ji ber maşîneyên zirxî li Kurdistanê qewimîne. Zeren da zanîn ku di navbera salên 2008-2021’an de herî kêm 76 bûyerên maşîneyên zirxî qewimîne û di endamê de 20 jê zarok bi giştî 42 welatiyên kurd hatine kuştin. Zeren diyar kir ku di çar salên dawî de jî 14 jê zarok 50 kes birîndar bûne û 9 jê zarok 18 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.    KUŞTINÊN PLANKIRΠ   Zeren destnîşan kir ku plana li pişt van kuştinan nayê darizandin û wiha got: “Lêpirsînên hiqûqek bi bandor nayên kirin. Ne kujer mirovên ku hatine kuştin tên tawanbarkirin. Kujer tên xelatkirin. Kuştinên bi maşîneyên zirxî berdewamiya polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê ye. Kuştinên pêk tên ne tesadufî ne. Di encamek plankirî de pêk tên. Dayan jî di nav de sedemek van kuştinan heye ku ji ber ew kurd in. Em dixwazin dawî li polîtîkayên dijminatiya kurdan were. Divê lêpirsînên bi bandor werin birêvebirin û tavilê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were. Em dibêjin divê maşîneyên zirxî ji nava kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê werin vekişandin.”