Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e! 2022-01-28 15:40:26 ENQERE – Di nava mehekê de der barê 25 parlamenterên HDP’ê de 29 fezleke hatin amadekirin. Der barê parlamentera HDP’ê ku 3 kesên li Şaredariya Sêrtê 30 milyon lîre nelirêtî kirîn xistibû rojevê de jî bi îdiaya ‘ji ber karê karkerê cemewariyê heqaret lê hatiye kirin’ fezleke hat amadekirin.    Çapemeniya girêdayî desthilatdariyê ev demeke ji ber wêneyên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku di sala 2014’an de kişandibûn, parlamenterên HDP’ê kirine hedef. Piştî van weşanan jî derheqê HDP’iyan de li ser hev fezleke hatin amadekirin. Li gorî daneyên dawî, ji hezar 478 fezlekeyên hatine meclisê, hezar û 120 jê yên parlamenterên HDP’î ne. Di nava mehekê de derheqê 25 parlamenterên HDP’ê de bi giştî 29 fezleke hatine amadekirin. Ji bo amadekirina fezlekeyan, parvekirinên li ser medyaya civakî, bertekên li dijî êrişên nîjadperest, axaftinên ku di kongreyan de hatine kirin û çalakiyên li ser medyaya civakî wek sedema amadekirina fezlekeyan tê destnîşankirin.    DOZGER, ERDOGAN TEQLÎD DIKIN: ‘BI ESLÊ XWE KURD’   Di fezlekeyên dawî de xuya dibe ku li dijî parlamenterên HDP’ê xebateke taybet tê kirin. Di fezlekeyan de derheqê parlamenteran de îdiayên weke ‘propagandaya rêxistinê’, ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ tên kirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di sala 2007’an de ji bo kurdan digot; ‘Li Tirkiyeyê hemwelatiyên me yên bi eslê xwe Kurd hene.’ Balkêşe ku dozgeran jî di fezlekeyan de heman ziman bi kar aniye. Dozgeran ji bo peyva Kurdistanê jî got ku ev peyv ji hêla PKK’ê ve tê bikaranîn. Yek ji pênaseyên nû ku ji hêla dozgeran ve di fezlekeyan de hatiye nivîsandin wiha ye: “PKK/KCK (...) deverên ku hemwelatiyên me yên bi eslê xwe kurd lê dijîn wek Kurdistan pênase dikin (...) Rêveberên payebilind ên rêxistinê di axaftinên xwe de gelek caran peyvên Kurdistan û Bakurê Kurdistanê bi kar tînin (...)”    Fezlekeyên derheqê çend parlamenteran de bi îthamên nêzî hev hatine amadekirin wiha ne:    JI BO DIZ KARÊ CEMAWERIYÊ KIRIN MERTAL!   Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di 26’ê hezîrana 2018’an de li Sêrtê di mîtîngê de nelirêtiyên qeyûm vegotibûn û dozgeriyê ji ber vê axaftinê bi îdiaya ‘ji ber karê karkerê cemaweriyê heqaret lê hatiye kirin’ fezleke amade kir. Axaftina Beştaş wiha ye: “(…) Sê alîkarên serokê şaredariyê hatin tayînkirin. Gelo haya we jê heye ku ev kes ji kar hatine avêtin? Ev kes Zekeriya Batur, Yener Tanik û Gulay Akgun in. Ji bo ku kesek nebihîze, têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan. Lê wan kesan karê dizînê anî Şaredariya Sêrtê jî. Ev kes, bi îdiaya ku 30 milyon lîra nelirêtî kirine ji kar hatine dûrxistin (...)”    Dadgeha venêrînê di sala 2019’an de rapora xwe amade kir û diyar kir ku li Şaredariya Sêrtê ji ber ku hesaba pereyên diviya bihatina berhevkirin nehatiye kirin, ji pereyên ku diviya bû bihatina komkirin 4 milyon û 6 hezar lîre kêm hatiye nivîsandin.    JI BO BERTEKA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ FEZLEKE AMADE KIRIN   Ciwanê Kurd Bariş Çakan li Enqereyê ji ber strîna strana kurdî hat kuştin. Beştaş jî têkildarî mijarê twîtek parve kir û dozger ji ber vê twîtê bi îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ derheqê Beştaş de fezleke amade kir. Twîta Beştaş wiha ye: “Kesek, ji ber ku straneke kurdî guhdar dikir hate qetilkirin! A rast, faîlên vê cînayetê diyar in. Kesên ku tovê kîn û nefretê di dilê gelan de diçînin, yên ku gel li dijî hev sor dikin û peyva aştiyê qedexe dikin, ev berhema we ye (...)”Di heman demê de derheqê parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Necdet Îpekyuz, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Mûrat Sarisaç de jî fezleke hatin amadekirin.    Parvekirinên parlamenteran ên bûne mijara fezlekeyan wiha ne:    Garo Paylan: “Hewayê nefretê bû sedema mirineke din jî. Bariş Çakan ji ber ku straneke bi kurdî strî, bi cînayeteke nîjadperest hat qetilkirin. Berpirsyarê vê cînayetê, siyaseta desthilatdariyê ya nefretê ye. Yên ku dengê xwe ji nîjadperestiya li DYA’yê dikin lê li hemberî nîjadperestiya li welatê xwe bêdeng dimînin, durûtiyê dikin.”    Necdet Îpekyuz: “Tirsa we ya herî mezin aştî ye. Yên ku bi tovê kîn û nefretê dilê gel tije dikin û an dikin dijberên hev, berpirsyarên qetilkirina Bariş Çakan in.”    REXNEKIRINA GOTINÊN YILDIRIM   Bînalî Yildirim di sala 2019’an de, di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de ji bo piştgiriyê hatibû Amedê.  Di axaftineke xwe de Yildirim digot; “Gazî Mustafa Kemal Ataturk hêj di destpêka salên têkoşîna rizgariyê de li Enqereyê Meclisa Gel ava kir û di wê meclisê de mebûsên Kurdistanê, mebûsên Lazistanê û ji her devera Anatoliyayê mebûs hebûn.” Sarisaç jî ev axaftina Yildirim rexne kiribû. Dozgeriyê, ji bo rexneya Sarisaç îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” kir û fezleke amade kir.  Sarisaç di axaftina xwe de dibêje navê van herêman Kurdistan e. Dozgeriyê di fezlekeyê de ji bo axaftina Sarisaç wiha gotiye: “PKK/KCK (...) deverên ku hemwelatiyên me yên bi eslê xwe kurd lê dijîn wek Kurdistan pênase dikin (...) rêveberên payebilind ên rêxistinên di axaftinên xwe de gelek caran peyvên Kurdistan û Bakurê Kurdistanê bi kar tînin (...)”    Axaftina Sarisaç wiha ye: “Êdî em vê peyva Kurdistanê jî safî bikin. Navê vê derê Kurdistan e. Ne tenê dema Bînalî Yildirim navê wê bi kar tîne, rewa dibe (...) Navê vê derê Kurdistan e (…)”       Sarisaç di parvekirineke xwe de jî qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan wek provakasyona AKP’ê destnîşan dike. Dozgeriyê ji bo vê parvekirinê jî bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ fezleke amade kir.    ‘DER BARÊ NASNAMEYA ETNÎKÎ YA KURD DE AXIVÎ’   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca di 21’ê Adara 2018’an de beşdarî Newroza Nisêbîn a Mêrdînê bûbû. Di pîrozbahiyê de Uca bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û qala pêvajoya çareseriyê kir. Bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘gel ji bo kîn û nefretê sor kiriye’ derheqê vê axaftina Uca de fezleke hat amadekirin. Axaftina Uca ya derheqê tecrîda li ser Ocalan de wek axaftina li ser nasnameya etnîkî ya Kurd û rewakirina Ocalan a di qada navneteweyî de hat nirxandin.    TEVLIBÛNA PROTESTOYÊ JÎ SÛC E!   Bi sedema ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag di 30’ê çileya 2021’an de li Rezan a Amedê beşdarî daxuyaniya bi mijara ‘tecrîdê’ bûye, derheqê wê de fezleke hat amadekirin. Delîlên fezlekeyê jî li ser medyaya civakî hatin berhevkirin. Di fezlekeyê de wiha hatiye gotin: “Li ser hesaba @HDPAMED21, di twîta “em beşdarî daxuyaniya Komeleya 78’an a der barê tecrîdê de bûn (...) de xuya dibe ku Dersim Dag jî beşdarî daxuyaniyê bûye (...)”   ‘CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YA QAŞO’   Di fezlekeya derheqê Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel de hatiye amadekirin de jî axaftina wî ya di 15’ê gulana 2020’an de li Amedê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî kiribû û axaftina derheqê tayînkirina qeyûmên Sêrt, Îdir, Misirc û Hawêlê wek delîlên sûc hatin pênasekirin. Di fezlekeyê de ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî peyva ‘qaşo’ hat bikaranîn û rexnekirina qeyûman jî wek ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ hat nirxandin. Dozgeriyê di fezlekeyê de îdia kir ku bi kar anîna peyva ‘Kurd’, ji bo ewlehiya cemaweriyê talûkeyeke dûr û nêz e.    ‘ÇARESERIYEKE MAYÎNDE NÎNE LÊ PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ YE’    Axaftina Temel a di 18’ê hezîranê de li Amedê di “Meşa Demokrasiyê” de kiribû jî weke sûc hat dîtin.  Axaftin bi kurdî hatibû kirin û di wergera axaftinê ya bi tirkî de li 20 cihan peyva ‘nehat fêmkirin’ hatibû bikaranîn. Lê tevî vê jî Temel bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ hat sûcdarkirin û fezleke hat amadekirin. Dozgeriyê ji bo meşa HDP’ê ya ‘Meşa Demokrasiyê’ jî peyva ‘qaşo’ bi kar anî.    BERTEKA LI DIJÎ KOMKUJIYÊ   Ji ber parvekirineke li ser medyaya civakî, derheqê Tulay Hatimogullari de jî fezleke hat amadekirin. Parvekirina Hatîmogullari ya der barê Vedat Ekîncî de ku di 2’yê tebaxa 2019’an de ji ber gulebarana helîkopterê jiyana xwe ji dest dabû, wek sûcê ‘gel ji bo kîn û nefretê sor dike’ hat dîtin.   Twîta Hatîmogullari wiha ye: “Duh Roboskê, îro jî Çemêkurk a Rûbarokê (...) VedatEkîncî hêj di 14 saliya xwe de li navçeya Rûbarok a Colemêrgê bi guleyên helîkopterê hat qetilkirin. Zû yan jî dereng hûn dê hesabê Roboskê û Vedat bidin!”    REXNEKIRINA QEYÛM   Ji bo amadekirina fezlekeya derheqê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr de, axaftina wê ya di 30’ê cotmeha 2019’an de li ser qeyûman kirî wek hincet hat nîşan dan. Dozger axaftina Îmîr bi îdiaya ‘gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike’ sûcdar kir û fezleke amade kir. Axaftina Îmîr wiha ye: “Kolanên Cizîrê yên me ne, ew diz in, ji me kurdan ditirsin (...) Ev gel, ev vîn a me ye, dê tu carî nekarin ji me bistînin, em tu carî serî li ber wan natewînin, bila vê wisa bizanin, em li vir in (...)”