Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû 2022-01-28 15:47:49   ENQERE - Raportorê Tirkiyeyê yê PE'yê Nacho Sanchez Amor, piştgirî da Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan radigihîne.    Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor, li ser hesabê xwe yê twîtterê derbarê ragihandinên Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yên ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê mijarê de piştgiriya Gergerlîoglû dikin. Amor, da zanîn PE di mijara binpêkirina mafan depiştgiriya Gergerlîoglû dike û ev tişt got: "Omer Farûk Gergerlîoglû, bi taybetî qada tenduristiyê; di mijara binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de kampanyayeke adîl û paqij dimeşîne. Ev weke bijîjk û parlamenterekî mafekî wê yê nikare bê înkarkirin e. Parlamentoya Ewropayê piştgiriya Gergerlîoglû dike."   Gergerlîoglû jî spasiya Amor kir û got ku piştgiriya wan besî wî ye.