‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’ 2022-01-28 16:11:48 ENQERE - Endamê Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanju Gunduzalp, diyar kir ku bi ser Komkujiya Roboskê re 10 sal, 121 meh, 526 hefte, 3 hezar 685 roj derbasbûne û  wiha got: “Li ser vê axê rêya 'aştî û edaletê' ewilî wê di Roboskê de derbas bibe.”   Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di meha 121'emîn a Komkujiya Roboskê de li pêş avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya pankarta "Bila kujer werin dîtin, careke din Roboskê pêk neyê" hat vekirin de, endamê Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanju Gunduzalp axivî. Gunduzalp, destnîşan kir ku bi ser Komkujiya Roboskê re 10 sal, 121 meh, 526 hefte, 3 hezar 685 roj derbasbûne. Gunduzalp, da zanîn ku destpêka ku komkujî neyên dubarekirin û çareserî ji nû ve were avakirin Roboskê ye û wiha got: "Li Roboskê komkujiyek hatiye kirin û li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin. Dê teqez berpirsyar derkevin holê."   'RÊYA AŞTIYÊ WÊ DI ROBOSKÊ DE DERBAS BIBE'   Gunduzalp, bi lêv kir ku heta ku bi paşerojê re rûbirû nebin pêşeroj nayê avakirin û wiha axivî: "Heta roja ku ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edalet neyê, em ê di cihên xwe de rehet ranezin û nedin razandin. Li ser vê axê rêya 'aştî û edaletê' ewilî wê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerm, birîna nayê kewandin ya vê axê ye û lêgerîna edaletê ye."