Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne 2022-01-28 16:12:32 AMED/WAN – Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam e. Malbatên girtiyan da zanîn ku daxwaza wan ji bo hemû mirovahiyê ye û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin. Malbatên girtiyan bi armanca berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê înfaza wan hatiye şewitandin, li baroyên Amed û Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê di roja 74’emîn de berdewam e. Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler ku çalakiya xwe biisrar didomîne diyar kir ku ev 74 roj in ji bo edaletê li ber xwe didin. Guler anî ziman ku dixwaza wan ew e ku zarokên wan her tim di rojevê de bin û wiha domand: “Bi dilekî xemgîn dibêjim ku zarokên me îro di nava nivînên mirinê de ne. Divê em xwedî li girtîgehan derkevin. Êdî taqet di me de nema ye.”    Guler bal kişand ser şert û mercên nebaş ên girtîgehan û wiha got: “Deng bidin dengê me. Hêviya me ji we ew e ku hûn ji bo zarokên me dengê xwe bilind bikin.”    'DIVÊ HER ROJ BIBIN ROJEV’   Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan, Heqî Boltan jî da zanîn ku daxwazên wan pir daxwazên mirovî ne û wiha berdewam kir: “Hewceye mijara girtiyên nexweş her tim di rojevê de be. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Hinek girtiyên pir nexweş hene. Nikarin bi tena serê xwe bijîn. Divê ev kes di zûtirin dem de bên berdan.”   ‘EM Ê EDALETÊ PÊK BÎNÎN’   Di berdewama axaftina xwe de jî Boltan bal kişand ser rewşa girtiyên ku cezayê wan qediyayî lê înfaza wan hatiye şewitandin. Boltan destnîşan kir ku heta daxwaza wan a edaletê pêk tê, dê çalakiya xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku malbatên hemû girtiyan ji bo me bibin pişt û beşdarî çalakiya me bibin. Banga me ji bo hemû saziyên siyasî û civaka sivîl e, werin dengê xwe li dengê me zêde bikin. Daxwaza edaletê ne tenê ji bo zarokên me, ji bo hemû mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê di rewşa heyî de pirsgirêka herî mezin edalet e. Em ê zarokên xwe ji girtîgehan derxînin û edaletê pêk bînin.”    TECRÎD TÊ SEPANDIN   Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê daye destpêkirin jî di roja 49’emîn de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tûşbayê îro çûn serdana çalakvanan.    ‘ÇALAKIYA DAYIKAN PÎROZ E’   Di serdanê de Hevseroka HDP’a Tûşbayê Hanim Akkuş axivî. Akkuş ji ewil êrişa DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Hesekê bi bîr xist û wiha domand: “AKP-MHP ji bo ku emrê xwe dirêj bikin, êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Li hêla din di şexsê birêz Ocalan de sepana tecrîdê li hemû girtîgehan xistine meriyetê. Bi dijminane nêzî girtîgehan dibin. Her roj li girtîgehan îşkenceyê li zarokên me dikin. Sepanên dermirovî di meriyetê de ne. Lewma ev çalakiya ku dayikan daye destpêkirin gelek girîng e. Em xwedî lê derdikevin. Çalakiya dayikan, çalakiyeke pîroz e. Li dijî desthilatdariyê serkeftin dê ya me be. Ji ber ku em mafdar in, em xwedî hêz in.”