Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn 2022-01-28 17:31:30 MÛGLA - Di danişîna doza ku bi hinceta xebatên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hatibû vekirin kirin de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li 7 kesan hat birîn.   Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kurt di 12'ê Gulana 2010'an de li Mûglayê di êrişeke polîsan de bi guleya çeka polîs Gultekîn Şahîn birîndar bûbû û di 24'ê Gulana 2010'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber daxuyanî û biranînên di bin banê Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt de hatibûn lidarxistin, derbarê 9 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 22’yemîn a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûglayê hat lidarxistin. Bersûc Îbrahîm Orhan û parêzera wî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.   Dozgerê ku di danişînê de mutaalaya xwe aşkera kir, xwest bersûc Ahmet Dundar Eren, Berna Çelebî, Omer Fîlîtoglû, Zafer Alturk, Îsmaîl Polat, Dîlek Zengîn, Îbrahîm Orhan û Yasemîn Pelît bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bên cezakirin.    DAXWAZA BERAETÊ KIR   Ji parêzerên bersûcan Esra Olmez, diyar kir ku mutalaa li dijî hiqûqê ye û piştî kuştina Şerzan Kûrt hatiye amadekirin. Olmez, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Parêzer û bersûcên din jî di parastinên xwe de diyar kirin ku daxuyaniyên hatine dayîn ne sûc in û daxwaza beraetê kirin.    6 SAL CEZA HAT BIRÎN   Şandeya Dadgehê ku biryara xwe aşkera kir, biryar da ku doza cemaweriyê ya derbarê Dîlek Zengîn de bê taloqkirin û doza derbarê Ahmet Dundar Eren de hatibû vekirin jî red kir. Şandeya Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Berna Çelebî, Omer Fîlîtoglû, Zafer Alturk, Îsmaîl Polat, Dîlek Zengîn, Îbrahîm Orhan û Yasemîn Pelît birî.