Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim 2022-02-20 17:22:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Celaliyan vîdeoyek parve kir û anî ziman ku 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagire. Dayika Zeynep bang li hiqûqnasan kir û xwest çareseriyekê pêş bixin.   Li gorî Sendîkaya Girtiyên Siyasî Celaliyan sirgûnî Girtîgeha Yezdê kiribûn û ji Gulanê ve ti agahî jê nayê wergirtin. Rêveberiya Îranê ji bo ku şopê ji ser Celaliyan winda bikin ew birine girtîgeha Yezdê, Kirmanşahê, Urmiyê û dawiyê dîsa birine Girtîgeha Yezdê. Lê niha agahî jê nayê girtin. Dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Celaliyan der barê keça xwe de yekem car axivî û bang li hiqûqnas û parazvanê mafê mirovan kir.   ‘NAHÊLIN WEKÎL BIÇIN HEVDÎTINA WÊ’   Gozel Celaliyan, anî ziman ku 15 salin keça wê girtî ye û bi tu awayî agahiyê jê nagire û wiha got: “Zeynep Celaliyan 15 salin girtî ye. Dayika wê hêj nedîtiye. Nahêlin wekîl biçin hevdîtina wê. Ez dayika Zeynepê me. Pîr bûme. Dikim û nakim nikarim biçim keça xwe bibinim. Ji min re karekî çêkin û min bişînin cem keça xwe. Ez pîr bûme ez nikarim biçim dîtina wê.”   ‘MIN 15 SAL IN KEÇA XWE NEDÎTÎ YE’   Dayika Gozel bang li dewletê kir û wiha got: “Divê dewlet ji beşerê re avekê zelal bike. Keça min 15 salin girtî ye, hêj min nedîtiye. Birine dûr xistine ez nizanim heye an tune ye. Dîsa bi korona ketiye, hayê me jê tune ye. Wekîl jî diçin nahêlin biçin bibînin. Em dixwazin beşer ji mere avekê zelal bikin. Ez dixwazim biçim keça xwe bibînim. Lê keça min nadin min. Nizanim li ku ye. 15 sal in hêj min nedîtiye.”   ‘EV ÇI ZILME LI MIN DIKIN’   Dayika Gozel, bertekên xwe nîşanî rayedaran da û wiha got: “Ev zilm e. Ev çi zilm e li min dikin. Keça min tiştek nekiriye. Ew qas dûr birine, birine kirine hepsê. Bavê wê kor e, dayika wê pîr e. Nikarim biçim bibînim. Ez dixwazim hiqûqbeşer ji keça min re avekê zelal bikin. Tu sûcê wê tune ye. Naxazin dayik û bavê wê û birayê wê biçin wê bibînin. Em nizanin gunehê wê çiye. Gunehê wê jî tune ne.  Li Îranê girtî ye nîşanî dayikê nadin. Divê hiqûqbeşer avekê ji mere zelal bikin. Zeynep Celaliyan 15 sal in girtî ye ne heqê xwedê ye.  15 sal emrek e. Emrê keça min çû. Di girtîgehê de riziya. Bê guhen e.”