Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe 2022-05-19 18:25:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Xeyas Neyîse diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicihkirina penaberan "siyaseta dagirkeriyê" ye û ji bo têkoşîna hevpar bang li gelên herêmê kir.    Muxalifê Sûriyeyê û Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Dr. Xeyas Neyîse daxuyaniyên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ên derbarê penaberên sûriyeyî de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Xeyas Neyîse, ji bo plana Tirkiyeyê ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicihkirina penaberan got, ev gav di çarçoveya siyaseta "mêtingeriyê" de tên avêtin.    Neyîse di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev yek di çarçoveya siyaseta hikumeta Tirkiyeyê de pêk tê ku Tirkiye ji destpêka dagirkirina axa Sûriyeyê ve yanî ji 2016'an ve vê yekê pêk tîne. Neyîse got: "Bi taybet siyaseta li Efrînê, wekî guhertina demografiyê, koçberkirina şêniyan, qutkirina herêman ji axa Sûriyeyê, di warê aborî de pêgirtîbûna herêman a bi Tirkiyeyê re, perwerdeya bi zimanê tirkî, tenduristî, posta û hwd..”   Neyîse da zanîn ku xebatên tirkkirinê bi armanca ku herêmên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê ve bên girêdan û di çarçoveya projeya dawîn a Erdogan de ya ji bo avakirina 250 taxên niştecihbûnê û li van taxan bicihkirina penaberên Sûriyeyê pêk tê.   Neyîse got: “Hemû faktor nîşan didin ku armanca dewleta tirk ew e ku herêmên Sûriyeyê ji hev qut bike, wan bi Tirkiyeyê ve girêbide û bi avakirina parêzvanên sînor ên girêdayî xwe ehêle ku welatiyên Sûriyeyê li axa xwe serwer bin û nehêle gelê kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe."    'DELWETA TIRK GEFÊ LI SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIXWE'   Siyasetmedarê sûriyeyî di berdewama axaftina xwe de got: “Dewleta tirk û Qeter ji dewletên herî xeter in ku dest li kar û barên Sûriyeyê werdan. Ev xwe disipêre du sedeman: Yek, wan ji destpêka destwerdana li Sûriyeyê ve piştgirî da hêzên tundraw û hêzên terorîst, van hêzan şoreşa gel a aştiixwaz têk bir. Ya duyemîn jî, bi hevkariya çeteyên sûriyeyî û bi lihevkirinên bi Cebhet Nûsra re destwerdaneke leşkerî ya dewleta tirk heye. Projeya ji bo Sûriyeyê hat pêşkêşkirin, di esas de parçekirina Sûriyeyê li ser esasê tayîfî, etnîkî û etnîsîteyî ye. Bi vê yekê re, dewleta tirk gefê li rewşa Sûriyeyê û siberoja Sûriyeyê dixwe.”   Neyîse ji bo rola garantorên Astanayê jî got: “Astana ji bo Rûsya, Tirkiye û Îranê platformeke ji bo birêxistinkirina herêmên serweriyê bû. Yanî platformeke danûstandinên li ser parvekirina serweriyê û berjewendiyan li Sûriyeyê bû.”   'ENKS PAÇIKEKE DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE YE'   Muxalîfê sûriyeyî Neyîse li ser rola 'îtîlafê' ji got: “Ji destpêkê ve em dibêjin, Encumena Nîştimanî paçikeke ku dewleta tirk ew bi kar tîne. Mirov êdî nikare ji wan re bêje opozîsyon. Helbet ew ne wiha ne jî, ne opozîsyoneke nîştimanî ne jî demokratîk e. Ew komeke çeteyên girêdayî dewletan in. Opozîsyona rastîn a Sûriyeyê, opozîsyona ku bi dozên gelê Sûriyeyê re eleqedar dibe û ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî nêrîn e. Ya girîng jî ew e ku ne girêdayî tu dewletan e. Ji tiştên me behsê kir, yek jê jî li cem Îtîlafê tune ye.”   NÊRÎNA HIKÛMETA ŞAMÊ BERTENG E   Neyîse li ser helwesta hikûmeta Şamê jî ev tişt gotin: “Pirsgirêka rejîma Sûriyeyê ew e ku li gorî berjewendiya giştî ya gelê Sûriyeyê û ji bo pêşeroja Sûriyê li mijaran nanêre, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên teng li ser mijaran disekine. Bi vê siyasetê zirar da gelê Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê. Mijara Efrînê mînaka vê yekê ye.”   Neyîse got: “Rejîm amade ye danûstandinan bi dewleta tirk re bike û dagirkeriya tirk li wan herêman bihêle, ji ber ku berjewendiyên hevbeş, teng û zirarê didin pêşeroja Sûriyeyê hene. Dibe ku ji bo têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xwesr bi rejîma tirk re li hev bike.”   CIVAKA NAVNETEWEYÎ DEREWEKE MEZIN E   Siyasetmedarê sûriyeyî ji bo rola civaka navneteweyî jî got: “Civaka navneteweyî dereweke mezin e, berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên dewletan hene, carinan li hev tên, carinan dijberî hev in. Tirkiye dewleteke herêmî ye, lê niha ji bo şerê Ukraynayê pêwîstiya rojavayiyan pê heye. Pêwîstiya Rûsya jî pê heye. Rejîma Tirkiyeyê li ser du werîsan di navbera her du hêzan de dilîze.”