ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-20 09:00:11   * Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku niha girtî ye diyar kir ku armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e û bang li PDK'ê kir ku li hemberî polîtîkayên "dagirkeriyê" bisekine.    * Cerdevanê ku fermandarê tîma xwe û PDK’î bû, diyar kir ku di roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin dev ji cerdevaniyê berda ye û wiha got: “Min li ser ruhê xwe sond xwar ku êdî xiyanetê li yek kurdekî nekim. Di dawiya dawî de Barzanî jî dê bi komployeke navneteweyî biçe.”   * Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne, di hedefa darazê de ye. Ji 9'ê Adara 2021'ê heya niha ji ber gotinên wê bi îdiaya "heqaretê" derbarê wê de 11 lêpirsîn hatine destpêkirin û 4 îdianame hatine amadekirin.    * Hunermend Kadîr Çat diyar kir ku îktidar dixwaze bi qedexekirina çalakiyên çand û hunerî kurdê xwe biafirîne û got: “Ya ku hatiye qedexekirin tenê ne konserek, çalakiyek e, çand û huner û zimanê kurdî tê qedexekirin.”   * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran, diyar kir ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û bi lêv kir ku biryarên ku ATK dide û nirxên bijîşktiya gerdûnî ji hev nagirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 438'emîn de berdewam bike.    * Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî jinên li Silopiya, Xarpêt û Wanê hatin kuştin dê li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî bide. (12.30)   * Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê li dijî qedexeyên li ser kurdî dê li avahiya TUM BEL-SEN'ê şahî li dar bixe. (15.00)   * Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan çalakiya rûniştinê li dar bixin. (18.00)