Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz 2022-05-20 09:04:25   RIHA - Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne, di hedefa darazê de ye. Ji 9'ê Adara 2021'ê heya niha ji ber gotinên wê bi îdiaya "heqaretê" derbarê wê de 11 lêpirsîn hatine destpêkirin û 4 îdianame hatine amadekirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê heya niha li ber Edliyeya Rihayê didome. Dê û law ku her roj tên ber edliyeyê, karê dozger û dadgeran bibîra wan dixin û bang dikin ku ew "doza edaletê" dikin. Lê belê dê û law ji roja ku dest bi çalakiya xwe ya edaletê kirine heya niha, rastî gelek astengî û çewisandinan hatine. Daxwaza dê û law ew e ku ji bo 3 ferdên malbata wan ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin edalet pêk bê.    11 LÊPIRSÎN, 4 DOZ   Emîne Şenyaşar ku di Nobeda Edaletê de dixwaze kurê wê Fadil Şenyaşar ê di dema êrişê de xwe parast û paşê hat girtin û 4 sal in girtiye bê berdan, di heman demê de di hedefa darazêde ye jî. Emîne Şenyaşar ku 438 roj in bênavber Nobeda Edaletê digire, axaftinên wê û zêmarên wê yên di dema Nobeda Edaletê de lorandine jî bi îdiaya "heqaretê" dikevin ber lêpirsînan. Heya niha ji ber gotinên wê 15 lêpirsîn derheqê wê de hatine destpêkirin û ji van lêpirsînan 4 jê veguherîne dozê. Doz li Dadgeha Asliye ya 2'yan a Pirsûsê, Dadgeha Esliye ya 6'an a Batikent a Enqereyê, Dadgeha Esliye ya 4'an a Rihayê û Dadgeha Esliye ya 6'an a Rihayê tên lidarxistin. Ji 11 lêpirsînên hatine destpêkirin a dawî di 17'ê Gulanê de hatiye destpêkirin. Lêpirsîna dawî bi îdiaya ku "heqaret" li Parlementerê AKP'ê Yildiz kiriye hatiye destpêkirin û Emîne Şenyaşar di çarçoveya lêpirsînê de çûye Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û îfade daye. Şenyaşarê tiştên pê tên sûcdarkirin red kiriye û xwestiye kesên ferdên malbata wê kuştine bên cezakirin.    Hûrguliyên 4 dosyeyên derbarê Emîne Şenyaşarê de yên veguherîne dozê bi vî awayî ne:    “* Di 16'ê Îlona 2020'î de li Serdozgeriya Komarê ya Rojavayê ya Enqereyê bi îdiaya li navçeya Etîmesgûtê 'heqaret' li Yildizê AKP'î kiriye giliyê Emîne Şenyaşarê hatiye kirin. A ku bûye sedema vê îxbarê jî axaftina Emîne Şenyaşarê ya di hesabê Yoûtûbeyê yê Rojnameya Evrenselê de ye. Ev vîdeo di 2'yê Cotmeha 2020'an de hatiye belavkirin. Ev vîdeoya ku piştî danişîna 3'yan a li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê ya derheqê êrişa li ser kargeha wan de hatiye girtin, piştî salekê bûye cihê lêpirsînê. Dozgerê ku îxbarê nirxandiye derbarê Şenyaşarê de îdianame amade kiriye. Her wiha di îdianameyê de Emîne Şenyaşar a xwendin û nivîsandina wê tune ye jî wekî rêvebirê hesabê Yoûtûbeyê yê Rojnameya Evrenselê hatiye nîşandan. Dozger di îdianameyê de xwestiye bi îdiaya 'heqaretê' ceza li Emîne Şenyaşarê bê birîn. Danişîna ewil a dozê di 10'ê Gulanê de li Dadgeha Esliye ya 6'an a Rojavayê ya Enqereyê hatiye lidarxistin. Dadgehê ji bo kêmasî bên temamkirin doz taloqî 30'yê Hezîranê kiriye.    * Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji ber gotinên Emîne Şenyaşarê yên di 2'yê Hezîrana 2021'ê de bi îdiaya heqaret li Serokwezîrê Karên Navxweyî kiriye îdianame amade kiriye. Dadgeha Ceza ya Esliye ya 6'an a Rihayê îdianame vekolandiye û di 2'yê Sibatê de derbarê îdianameyê de biryara nekarbidestiyê daye û îdianameyê ji Dadgeha Ceza ya Esliye ya Nobedar a Pirsûsê re şandiye. Tê payin ku dadgeh derbarê dosyeyê de biryarekê bide.    * Ji ber gotinên Emîne Şenyaşarê yên di roja 6'an a Nobeda Edaletê de bi hinceta 'heqaret' li Yildiz ê AKP'î kiriye îdianame hatiye amadekirin. Dozgeriyê di îdianameyê de xwestiye bi sûcê 'heqaretê' ceza li Emîne Şenyaşarê bê birîn. Dadgeha Ceza ya Esliye ya 6'an a Rihayê di 5'ê Çileyê de derbarê dosyeyê de biryara nekarbidestiyê daye û dosyeyê ji Dadgeha Ceza ya Esliye ya 1'ê ya Pirsûsê re şandiye. Danişîn di 10'ê Sibata 2022'yan de bi usûla hêsan hatiye lidarxistin û Dadgeha Ceza ya Esliye ya 1'ê ya Pirsûsê jî derbarê dosyeyê de biryara nekarbidestiyê daye û dosyeyê ji Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê re şandiye. Dosye li dadgehê ye.    * Polîsan di roja 157'an a Nobeda Edaletê de mudaxileyî Emîne Şenyaşarê kirine û bi hinceta pankarta hatiye daliqandin cezayê pereyî li Ferît Şenyaşar hatiye birîn. Têkildarî gotinên Emîne Şenyaşarê yên di dema mudaxileyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Piştî parêzerê Yildiz ê AKP'î gilî kiriye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî bi sûcê 'heqaretê' lêpirsînê daye destpêkirin. Lêpirsîn piştî wextekê veguheriye îdianameyê. Di îdianameya hatiye amadekirin de hatiye xwestin ku bi sûcê 'heqaretê' ceza li Şenyaşarê bê birîn."   MA / Emrûllah Acar