Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim 2022-05-20 09:16:18   ŞIRNEX – Cerdevanê ku fermandarê tîma xwe û PDK’î bû, diyar kir ku di roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin dev ji cerdevaniyê berda ye û wiha got: “Min li ser ruhê xwe sond xwar ku êdî xiyanetê li yek kurdekî nekim. Di dawiya dawî de Barzanî jî dê bi komployeke navneteweyî biçe.”   Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Li gel bi kar anîna çekên kîmyewî û hêzeke mezin a teknîkê jî heta niha tu pêşketin bi dest nexistine. Lê belê bi piştgiriya PDK’ê heta niha gelek baregehên leşkerî li xaka başûrê Kurdistanê ava kirin. Hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re, di raya giştî ya gelê kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Têkildarî mijarê ji cerdevanên berê yên ji Elkê ya Şirnexê ku nexwest navê xwe bide bi ajansa me re axivî. Welatî dibêje ku ew fermandarê tîma xwe bû û alîgirê PDK’ê bû.    Welatiyê ku niha 70 salî ye diyar kir ku 14 salan cerdevanî kiriye û wiha got: “Min di wî emrê xwe de xeletiyek kir. Ew xeletî jî cerdevanî û xebata bo PDK’ê bû. Hem cerdevan û hem jî endamê PDK’ê bûm. Fermandarê tîma xwe bûm. Di jiyana min de xeletiya min a herî mezin ev 14 saliyên cerdevantiyê bûn. Min digot ji bilî PDK’ê tu partiyên kurdan nînin. Me digot kurd e û li ser navê wê me xebat dimeşandin. Me bi dilsozî xebat dikirin. Lê ew dilsoz nebûn. Me digot kurd in lê di dawiyê de wisa derneketin. Hinek hevalên min wê demê hatin û xwestin bibin endamên PDK’ê. Min ji wan re got; ‘Ew ne di rêyeke rast de ne. Pişta xwe bi wan gerim nekin ji ber ku ew ê pişta xwe bidin we.’ Lê gelek kes bi şêwazekî hatin xapandin û kirin endamên xwe.”   'ROJA GIRTINA OCALAN MIN DEV JI CERDEVANIYÊ BERDA’   Bi domdarî welatiyê Elkî dema qala rojên cerdevaniyê dike hêsirên çavên wî dibarin û wiha qala wan rojan dike: “Bi qasî sax bim ez ê wê roja ku min dev ji cerdevaniyê berdayî ji bîr nekim. Piştî Ocalan hatî girtin, min li ser ruhê xwe sond xwar ku êdî xiyanetê li yek kurdekî nekim û min dev ji cerdevaniyê berda. Her wiha min dev ji endamtiya PDK’ê berda. Dema ku Ocalan anîn Tirkiyeyê û min ew destgirtî dîtî, gelek pê êşiyam û dilê min şewitî. Girtina wî birîneke mezin di min de vekir. Ez qet nikarim behsa wê rojê bikim. Bo min rojeke giran bû. Min 14 salan cerdevanî kir. Lê girtina Ocalan cerdevanî bi min da berdan. Ji herêma Marûnîsê heta Feraşînê li tevahiya wê herêmê min dinihêrt. Piştî ku min dît rêberekî kurdan ê serhildêr hatiye girtin, min dev ji çekê berda. Min hêza kurdan di girtina Ocalan de dît. Ji ber ku hemû dewlet li dijî kurdan bûbûn yek û serokê wan girtibûn.”    'BARZANÎ DAWIYA XWE TÎNE'   Welatî piştre jî bal kişand ser Barzaniyan û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bilî zirarê, Barzanî tiştekî nade kurdan. Dê rojek were û hêzên navneteweyî bi komployekê dawiyê li Barzanî jî bînin û bigirin. Lê wê demê dê kesekê ji bo wî tiştekî bike nemîne. Barzanî xwe xelet kir. Bû hevalê xiyanetê û bû hevalê dijmin. Ji bilî Barzaniyan, kurd hemû îro yek in. Divê ji vê xeletiyê vegere nexwe dê winda bike. Ev şerê birakujiyê dê dawiya wî bîne. Hêj nebûyî derengî bila ji vê rêya xiyanetê vegere.”