30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet 2022-05-20 10:04:39   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Hacî Durmuş 30 salan di teşkîlata emniyetê de notirvanî kir. Durmuş, diyar kir ku notirvanî weke amûra şerê taybet tê bikaranîn û wiha got: “Zilmê li gelê kurd dikin. Divê ciwanên kurd nebin notirvan. Bila di karên ku xizmetê ji gelê wan re dikin bixebitin.”    Notirvaniya îdarî di 24’ê nîsana sala 1914’an de bi “Qanûna Derheqê Notirvanên Sûk û Taxan” re dest pê kir û di 14’ê tîrmeha sala 1966’an de jî bi “Qanûna Notirvanên Sûk û Taxan” a bi hejmara 772’yan hate rakirin. Di sibata sala 2020’an de jî teklîfa qanûnê ya “Qanûna Notirvanên Sûk û Taxan a bi hejmar 7245” dîsa pêşkeşî Meclisê hate kirin. Pêşnûme, di Komîsyona Karên Hundir de bi dengên AKP û MHP’ê hate qebûlkirin. Pişt re jî li Lijneya Giştî ya Meclisê hate erêkirin û bû qanûn.    Bi qebûlkirina vê qanûnê re êdî li her bajaran tundiya notirvanan dest pê kir. Yek ji notirvanên berê Hecî Durmuş (61) ku ji Elkê ya Şirnexê ye û 30 salan ev kar kiriye, têkildarî notirvanan bi ajansa me re axivî.    30 SALAN TEŞKÎLATÊ DE CIH GIRT   Hacî Durmuş, diyar kir ku di navbera notirvanên berê û yên niha de gelek cudahî hene û wiha got: “Yên niha bûne amûrên şerê taybet. Min li midûriyeta emniyetê 30 salan notirvanî kir. Min ji ber nêçariya xwe kir. Ji ber ku derfet tune bûn. Em mexdûr û xizan bûn. Beriya wê min şivantî dikir. Piştre ezmûna notirvaniyê çêbû û ez jî ketim wê ezmûnê. Piştî ku bi ser ketîm jî min dest bi notirvaniyê kir. Wê demê em notirvanên tax û sûkê bûn. Em li taxan digeriyan. Fîrik û copek dabûn me û em li taxan digeriyan. Peywira me pêşîlêgirtina dizî û neheqiyê bû. Heta demekê dirêj wiha bû. Piştre nexweşî çêbûn, gund hatin valakirin û gel ber bi metrepolan ve koçber bû. Herkes bi zorê dikirin cerdevan. Digotin,'Yan hûn dê bibin cerdevan û yan jî hûn dê gundan vala bikin.' Me pêvajoyeke zehmet derbas kir.”   'NOTIRVAN BÛNE ÇETE’   Bi domdarî Durmuş anî ziman ku bi nûkirina qanûna notirvaniyê re tundiya li welêt zêde bûye û wiha domand: “Bi guherîna pêvajoyê re wateya gelek pîşeyan êdî guherî. Heta sala 2015’an jî ez di rêxistiniya emniyetê de notirvan bûm. Notirvanî guherandin. Ev kes weke çeteyan e. Ji kincên wan bigire heta şiklê wan tevek guherandin. Notirvanî bûye amûrê şerê taybet. Niha her mafek daye wan û tu ferqa wan û polîsan tune ye. Gel aciz dikin. Bi guherandina wateya notirvaniyê re tundiya li taxan jî zêde bû. Mirov nikare êdî ji taxekê re derbas bibe. Beriya polîsan ew nasnameya me dipirsin. Ev tiştekî rast nîne. Ev tundî tevek li kurdan tê kirin. Ji bo ku giliyê kurdan bikin, tundiyê li kurdan bikin û nehêlin li taxên xwe jî bi rehetî bijîn evqas maf dan notirvanan. Notirvan niha herî zêde li bajarên kurdan hene. Li bajarên tirkan bo parastina taxê hene û weke leheng tên dîtin lê li bajarên kurdan weke dijmin in. Giliyê taxiyan dikin, wan aciz dikin û gefê li wan dixwin. Ma ev ne zilme? Birayên me dihatin kuştin lê nehiştin em biçin sersaxiyê. Piştî vê min biryar da û min dev jê berda.”    'NOTIRVANIYÊ NEKIN’   Durmuş got ku divê ciwan tiştên ku xizmetê ji gelê wan re dikin tercîh bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji ciwanên me re ew e ku notirvaniyê nekin. Bila zilmê li gelê xwe nekin. Pereyê helal ji her tiştekî baştir e. Heger ku ev gel nebe dê nekarin bijîn. Gelek kar hene ku bikin. Ciwanên kurd bila nebin notirvan. Divê ku em nebin dijminê xwe û gelê xwe.”