Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin 2022-05-20 10:27:25 AMED - Derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji peywîrê hate girtin de ji bo tev li daxuyaniya ku lê yek peyv jî neaxivî ye bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 îdianameyên nû hatin amade kirin.    Derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin de bi daxwaza ku bi dosyaya li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin re bibe yek, 2 îdianameyên nû hatin amadekirin. Di îdianameyekê de tev li bûna Toprak a daxuyaniya di 9’ê Sibata 2018’an de têkildarî binçavkirina Cîgira Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr bûye, weke “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.    Di îdianameya de hate îdiakirin ku ji ber Toprak tev li daxuyaniya ku Cîgirê Hevserokên Giştî yên DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç û parlamentera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp lê axivîne bûye “di hiyerarşiya rêxistinê de cih girtiye”.    Her wiha di îdianameya din de jî derbarê Toprak de hate tewanbarkirin ku beşdarî daxuyaniya ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18'ê Adara 2018'an de li otelekê li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xistibû, bûye. Beriya niha têkildarî axaftina di vê îdianameya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû amadekirin de lêpirsîn hatibû vekirin. Toprak di îfadeya xwe ya di çarçoveya lêpirsînê de gotibû ku ‘li ser navê partiya xwe’ tev li daxuyaniyê bûye û pişt re di lêpirsînê de biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” hatibû dayîn.    Lê 5’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Amedê, di 16’ê Kanûna 2021’an de ev biryar rakir. Piştî ku biryar hate rakirin, lêpirsîneke nû hate bi rêvebirin û derbarê Toprak de bi îdiaya “endamdiya rêxistinê” îdianame hate amade kirin.  Her du îdîaname, bi daxwaza ku dosyaya li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku darizandina Toprak lê didome re bikin yek, hatin amadekirin. Her du îdianame jî ji aliyê dadgehê ve hatin qebûlkirin.