Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin 2022-05-20 10:40:04   ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlihê bertek nîşanî şerê li dijî axa Başûrê Kurdistanê dan û gotin: “Di dema zilma Saddam de me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir, lê niha ew zarokên me li Başûr didin kuştin.”    Dayikên Aştiyê yên li Êlihê bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê yê bi hevkartiya PDK’ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tê dan. Dayikan diyar kir ku divê gelê başûr li dijî PDK’ê rabe û helwesta xwe nîşan bide.    Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn diyar kir ku tu qezencek aliyê şer nîne û şer zirarê dide mirovan û erdnîgariyê û got: “Bila vî şerê li ser zarokên me bê sekinandin.” ‘ME PARIYA NANÊ XWE PARVE KIR’    Seçkîn nerazîbûn nîşanî şerê li dijî axa Başûr da û wiha got: “Li dijî zarokên me çekên kîmyewî bikar tînin. Ez bang li Mesûd Barzanî dikim; gelo Mesûd Barzanî zarokên li ber dilê dayika wan hatin kuştin ji bîra kiriye? Ew zarok zarokên me ne. Dema Saddam êrişî gelê başûr kir, pêşmergeyên PDK’ê heta Batmanê hatin. Me liheyfa ser xwe û pariyê nanê xwe bi wan re parve kir. Me wan wek zarokên xwe dît. Lê belê ew êrişî zarokên me dikin. Em heqê xwe helal nakin. Niha ew bi kujerên zarokên me re şirîkiyê dikin. Wîjdanê wan çawa rehet e? Ev tiştek çawa ye. Lê bila viya ji bîra nekin, çawa ku dijmin û xayîn li Helebceyê kurdan qetil kirin bi ser neketin, wê ev jî bi ser nekevin. Divê hemû dayik li dijî vî şerî rabin.”    ‘ÊDÎ TU QÎMETEK BARZANÎ NEMAYE’    Dayika Aştiyê Menfîat Çelîk jî li dijî şerê tê birêvebirin banga yekîtiya neteweyî kir. Çelîk bal kişand ser protestokirina bi meqapên zer a Mesrûr Barzanî wiha got: “Bersiva herî xweş ji bo Mesrûr Barzanî wan kesên ku meqapa zer nîşan danê. Mesrûr Barzanî ji bo beşek kurd mirovek bi nirx bû, lê niha bi qasî pêlavekî qedrî wî nemaye. Bila ji Helebce, Roboskî, Amûdê şerm bike. Şerm û fehêt e. Ev tiştek çawa ye.”    ‘PDK DU ROJAN ME DI BINÇAVAN DE HIŞT’    Çelîk anî ziman ku ew berê dema carek çûye Başûr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin û got: “Du rojan min li qereqolê hiştin. Dema me pirs çima em li vir tên girtin. Gotin, ‘ji ber hûn kurd in, li vir tên girtin’. Min jî ji wan re got ma hûn ne kurd in. Gotin, ‘ez jî kurd im lê tiştek ji destê min nayê’. Ev tenê mînakek e. Ev mînaka ku min da jî xeternakiya wir nîşan dide. Dem ali dijî başûr êriş çêbûn, 7 gerîla gihîştin hawara xelkê. Dema ew gerîla hatin qetilkirin, di çenteyê wan de tenê nanê ziwa hebû. Lê belê bi milyonan dolar mal û milkên malbata Barzanî li Amerîka û deverên din heye. Lewma wê têk biçin. Divê tavilê dest ji şirîkatiya şer berdin. Tirkiye ji bilî zirarê titşek din nade wan.”    ‘BILA EWILÎ HESABÊ JINÊN ÊZDÎ YÊN REVANDÎ BIDE’    Dayika Aştiyê Sultan Azboy jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Piştî Mesrûr Barzanî Tirkiyeyê şûnve êrişa li dijî zarokên kurd dest pê kir. Dema ku xelkê başûr ji zilma Saddam reviya, li vê derê her kes çû hawara wan. Em wan rojan bûn yek û ji destê kê çi hat kir û parve kir. Lê niha ew êrişî zarokên me dikin. Lê em ê li dijî şer li qadan bin û em ê wek dayikan heta dawiyê têbikoşin. Heke bibin şîv ew ê jî bibin paşîv. Bila viya baş bizanibin. Hêj jinên revandî yên êzdî nehatine dîtin. Malbata Barzanî berpirsiyarê vê yekê ye. Hê hesabê vê yekê nedaye radibe şirîkatiya êrişa li dijî Şengalê û axa Başûrê Kurdistanê dike. Bila malbata Barzanî ewilî hesabê jinên Şengalê yên hatine revandin bide.”    MA / Fethî Balaman