‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’ 2022-05-20 10:48:22   ŞIRNEX - Rêveberên MEBYA-DER’ê bertek nîşanî êrişên AKP-MHP’ê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin dan û wiha bang li Erdogan kirin: “Ji bo çareseriyê guftûgoyê pêş bixin. Em banga guftûgoyê dikin lê ew êriş dikin. Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin.”    Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê hezîranê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişê kir. Şerê heyî her ku diçe dijwartir dibe û herêmên navborî bênavber tên bombebarankirin. Tê gotin ku di êrişên heta niha de bi sedan leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Li gel ewqas êriş û hêza teknîkî jî Tirkiyeyê heta niha ji êrişên xwe tiştek bi dest nexistiye. Di heman demê de ev êriş, rê li ber nerazîbûnên gelê kurd vedike. Têkildarî mijarê rêveberên Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi ajansa me re axivîn.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Mevlûde Gungen destnîşan kir ku bi salan in li dijî gelê kurd êrîş û komkûjî tên kirin û wiha got: “Dixwazin kurdan tune bikin. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji doza xwe bernedin. Her ku êriş çêdibin em ê bêhtir xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derkevin. Dê kesek nekare me bi êrişan tune bike. Divê gelê kurd zêdetir rabe ser pêyan û li dijî şer bisekine. Heke îro ew bên kuştin, sibe jî dor dê were me. Zarokên me bêxwedî nînin. Em ê her tim bi wan re bin û xwedî li vê doz û têkoşînê derkevin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî vê êrişê derkevin û rabin ser pêyan. Ew der axa Tirkiyeyê nîne lê çima êriş dike? Bila destên xwe yên qirêjî ji xaka me bikêşe. Yên li dijî vî şerî bêdeng, hevkarên şer û komkujiyê ne. Em azadiyê dixwazin. Ji şer re êdî bes e. Me li dijî zilmê tu carî serî netewand. Em naxwazin ji her du aliyan jî ciwan bên kuştin. Dilê min jî şewitiye bila dilê tu dayikên din neşewite.”   ‘BÛYE HEVKARÊ KOMKUJIYÊ’    Gungen, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir û wiha pê de çû: “PDK çawa bûye şirikê şer? Bila Barzanî destên xwe ji vê komkujiyê bikêşin û bibin hevalên gelê xwe. Bila nebin hevkarên komkujiyê. Heke bi alîkariya Barzaniyan nebûya gelo dê Tirkiyeyê çawa bikariya biçe Başûr? Heke îro dora me be, sibe jî dora wan e. Ji neyaran tu carî dost çênabin. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike. Heke Erdogan ewqas dilxwazê şer be, bila zarokên xwe bişîne şer. Tirkiye bira bi birayî dide kuştin. Bi şer çareserî nabe. Dê di dawiya dawî de serkeftin a azadiyê be. Bila cerdevan jî dev ji çekên xwe berdin û xiyanetê li gelê xwe nekin.”   ‘EM Ê KURDISTANEKE AZAD AVA BIKIN’   Têkildarî mijarê ji rêveberên MEBYA-DER’ê Kumrî Babat jî got ku ji ber şerê heyî dilê dayikan dişewite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dayik aştî û wekheviyê dixwazin. Ji bo sekinandina şer em dixwazin bi Tirkiyeyê re diyalogê pêş bixin lê qebûl nakin. Em dibêjin azadî, ew dibêjin şer. Em naxwazin şer birije. Bila hemû dayik ji bo zarokên xwe rabin ser pêyan. Tu tişt bi şer çareser nabe. Ev şerê xiyanetê û li dijî mirovahiyê ye. Banga me ji kurdan re ew e ku neyên lîstikan û nebin neyarên gelê xwe. Bila gelê kurd bibe yek û yekitiya xwe ava bike. Kurd, xiyanetê qebûl nakin. Divê Barzanî xwedî li nasnameya xwe derkeve. Di dema Sedam de Barzanî reviyan û gelê kurd xwedî li wan derket. Lê niha ew ji dijmin bêhtir êrişî me dikin. Heke wijdana wan hebe bila hevkariyê nekin. Kurt tu caran tune nabin û dê Kurdistaneke azad ava bikin.”   ‘BI XIYANETÊ DÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXIN’   Ji rêveberan Leyla Aykal jî bi lêv kir ku ew ê tu carî şerê xiyanetê ji bîr nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Barzanî jî kurd e lê bi dijmin re tevdigere. Heke bi alîkariya wan nebûya, Tirkiyeyê nedikariya biçe Başûr. Xiyaneta wan, keyfa Tirkiyeyê tîne. Êdî tiştekî bê gotin nemaye û divê hemû kes serî rake. Di şerê Ûkraynayê de hemû cîhanê dengê xwe bilind kir lê li dijî şerê Başûr bêdeng man. Em kurd heta nebin yek dê nekarîn tiştekî bi dest bixin. Bawerim Barzaniyan paşeroja xwe ji bîr kiriye. Bi xiyanetê ve dê tiştekî bi dest xe ve neyînin. Mirovek çawa dijminatiyê li qewmê xwe dike? Heke kurd bûbûna yek, welatê me parçe nedibû û niha ji zû ve Kurdistan azad bûbûya. Divê kesek li dijî şer bêdeng nemîne. Em azadî û demokrasiyê dixwazin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.”