Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan 2022-05-20 10:56:32   BEDLIS - Hevşaredarê Norşînê yê berê Mehmet Emîn Ozkan ku di sala 2016’an de li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, hate berdan.    Hevşaredarê Norşîn a Bedlisê yê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Emîn Ozkan ku di 26’ê mijdara sala 2016’an de li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û piştre hatibû girtin, hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê 8 sal û mehek cezayê girtîgehê dabû Ozkan û diviya bû di kanûna 2021’an de bihata berdan. Lê belê Komîsyona Lijneya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê 2 caran bi sedemên cuda 6 meh ceza da Ozkan û nehêla derkeve. Piştî ku cezayê Ozkan xelas bûyî jî, duh ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê derket.