Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo 2022-05-24 09:06:58 ŞIRNEX - Suleyman Bolunmez ê AKP'yî ku Şirnex bi karên madenê talan kiriye,  niha jî çav berdaye erdên li Gundikê Remo yê li quntara Çiyayê Cûdiyê.  AKP ji aliyekî ve êrişên li ser Herêma Kurdistan a Federe didomîne, li aliyê din jî bi vê konsepta şer li heremê xwezayê talan dike. Li Botanê ku AKP'ê ew kiriye navenda polîtîkayên xwe yên şer, talana di bin navê "operasyonê" de bi qirkirina darên li derdora çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Besta didomîne. Her wiha kanên komirê û lêgerîna li madenan ên li derdora Çiyayê Cûdiyê hatine çêkirin jî dibin sedema talankirina ekolojiyê. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) li 20 herêman destûra lêgerîna li madenan dabû. Parlementerê Mêrdînê yê berê Suleyman Bolunmez, bavê Parlamentera AKP'ê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez ku hema bibêje hemû kanên madenan ên li herêmê di destê wî de ne, li herêmê cihek nehiştiye ku talan nekiriye.    DI SALÊN 90'AN DE WÊRAN KIRIN NIHA JÎ TALAN DIKIN   Gundê Gundikê Remo ku di destpêka salên 90'an de hatiye şewitandin, niha jî ji ber kanên komirê û lêgerîna li madenan bi talaneke mezin re rû bi rû ye.    Di 31'ê Kanûna 2018'an de bi Nehyet Karal, Abbas Atak, Salîh Gulçe, Tahîr Acet, Halîl Îzer û Abdullah Vargî re ji bo avakirina kanên komirê yên li Gundikê Remoyê protokol hatibû îmzekirin û Suleyman Bolunmez, keyayê gund Fettah Gulçe û Osman Eren jî wekî şahid hatibûn nîşandan.   6 KANÊN KOMIRÊ AVA KIRIN   Piştî protokol hatibû îmzekirin, di sala 2019'an de sazkirin û xebata kanên komirê dest pê kiribû. Xebatên ku dest pê kiribûn piştî wextekê hatibûn sekinandin, lê salek bi şûn de dîsa dest pê kiribûn.    Ev yek bi çêkirina kaneke komirê ya din dîsa dest pê kir. Kana ku li nava gund hatiye çêkirin, goristana gund bi xetereya jiholêrakirinê re rû bi rû hiştiye. Çendî zırar gıhaştıbe gund û goristanê jî, lê li nava gund yek û li derdora gund jî 5 “Tesîsa Kanên Komirê û Şikandin-Bêjandinê” hatine avakirin.     VÊ CARÊ JÎ ÇAV BERDAYE ERDÊN GUND     Hat zanîn ku Suleyman Bolunmez ê AKP'î ji gundiyan re gotiye “ji bo 20 salan erdên xwe bidin min.” Bolûnmez ji ber komira ku li Gundikê Remo derketiye doza tapoyên erdan li gundiyan kiriye, lê piştî gundiyan xwe nedaye ber vê teklîfa wî, vê carê bi biryara serokkomartiyê hemû gund îstimlaq kiriye. Bi vê biryarê re herêm di 24'ê Sibata 2022'yan de bi biryarnameya serokkomartiyê ket ber "îstimlaqkirina lezgîn". Piştî vê biryarê Bolunmez gef li gundiyan xwariye û gotiye “Eger hûn pêşniyara min qebûl bikin û tapûyên xwe bidin min, ez ê îstîqlamkirinê betal bikim.”   Gundiyan ku teklîfa Bolunmez qebûl nekirine, diyar kirin ku ji bo rawestandina kanên komirê û xebatên lêgerîna li madenê doz vekirine.