‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’ 2022-05-24 10:09:56 ÎZMÎR - Rêvebera TUHAY-DER’a Ege’yê Selma Altan, ku bandora qeyrana aborî ya li ser girtîgehan nirxand, diyar kir ku pêdiviya kêmtirîn a qawişeke ku 10 girtî lê dimînin 8 hezar lîre ye û bi lêv kir ku qeyrana aborî ya li girtîgehan perçeyekî polîtîkayên tecrîd û tenêhiştinê ne.  Qeyrana aboriyê bandoreke zêde li girtîgehan kir. Bi taybetî jî zemên di demên dawî de hatin kirin, girtî di rewşeke zehmet de hiştine. Girtî neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bi buhayên zêde bistînin. Ceyran, name, pirtûk, şandina cilan, hevdîtinên telefonan û çûn û hatina girtîgehan maliyeteke zêde derdixîne holê. Pirsgirêkeke din jî ew e ku kantînên li girtîgehan yek tîp û bi bihayê bilind tiştan difiroşin. Ji ber ku xwarina kêm tê dayîn û girtiyên nexweş ji ber nexweşiyên xwe neçar dimînin ku tiştan zêde bikirin lêçûnên wan zêde dibin.    Em bi Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) Selma Altan û malbatên girtiyan re bandora qeyrana aborî ya li ser girtîgehan axivîn.    3 SAL IN NIKARIN HEV BIBÎNIN   Girtî Yûsûf Erkek ê beriya 4 salan ji Girtîgeha Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Afyonê hate kirin, 3 sal in bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Xwişka Erkek a li Mêrdînê dijî, Sevda Akgul diyar kir ku 4 sal in birayê wan sirgunî girtîgeheke ku ji wan dûr e hatiye kirin û wiha got: “Dayik û bavê min ji ber nexweşiyên xwe nikarin biçin hevdîtina birayê min. Ji ber ku dayika min beriya 10 salan xwîn çûbû ser mejiyê wê qedexeye ku biçe cihên dûr. Bavê min jî nexweşê penceşêrê ye niha tedawiya kemoterapiye dibîne. Qedexeye ku bavê min jî biçe cihekî dûr. Em jî ji ber heqê rê nikarin biçin hevdîtinê.”   DAXWAZNAME HATIN REDKIRIN   Akgul, dazanîn ku 500 lîreyên ji ber qeyrana aborî niha dişînin girtîgehê têra wan nakin û wiha berdewam kir: “Weke malbat rewşa me ya maddî nebaş e. Dayik û bavê min gelek caran pere deyn dikin û wisa dikarin bişînin. Me beriya niha ji bo birayê min bînin girtîgeheke nêzîkî me hem weke malbat hem jî birayê min daxwazname dan Wezareta Dadê. Lê daxwaznameyên me hatin redkirin.”   NAMEYEK 30 LÎRE YE     Malbata Îzzethan Aykût ku beriya 2 salan sirgunî Girtîgeha Afyonê hate kirin jî li Colemêrgê dijî. Biraziya Îzzethan, Şehrîvan Aykût, jî bi lêv kir ku ji ber qeyrana aborî 2 sal in ji malbatê kes nikarin biçin girtîgehê û wiha got: “Gelek ji me dûr in, mesrefên wan ên rê gelek zêde ne. Dema em dixwazin biçin hevdîtinê, cihekî ku em lê bimînin jî nîne. Em mexdûr dibin. Bihayê nameya ku beriya niha me bi 12 lîreyan dişand niha bûye 30 lîre. Em bi awayê aboriyê zehmetiyan dikişînin. Qet nebe bila bînin girtîgeheke nêzîkî me ku ev mexduriyet ji holê rabibe.”   ‘JI BO 10 KESAN 8 HEZAR LÎRE MESREF ÇÊDIBE’   Rêvebera EGE TUHAY-DER’ê Selma Altan jî anî ziman ku qeyrana aboriyê li girtîgehan weke amûreke zextê tê bikaranîn. Altan da zanîn ku girtî ji kesên derve zêdetir ji qeyranê bandor dibin û diyar kir ku zemên ji fatoreyên ceyranê yên girtîgehê re tên ji sedî sed derbas kirine. Altan, bal kişand ku bi taybetî girtiyên siyasî ji cihên ji malbatên wan dûr re tên sirgunkirin, bi vî awayî tên cezakirin û wiha got: “Malbat niha nikarin biçin hevdîtinan. Pereyên ku ji girtiyan re dişînin jî kêm dibin. Mînak pêdiviya kêmtirîn a qantînê ya hefteyekî ya qawişeke ku 10 girtî lê dimînin herî kêm 2 hezar lîre ye. Di vê rewşê de di mehekê de ji bo 10 kesan 8 hezar lîre mesref çêdibe. Lê malbat nikarin ji girtiyan re bişînin, pêkan nabe.”   QEYRAN TENÊ DIHÊLE   Altan, destnîşan kir ku mafê ragihandinê yê herî zêde pêdiviya girtiyan pê heye, bi zêdekirina buhayan hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Buhayê şandina nameyan pir zêde bûne. Min duh ji girtîgehê re nameyek û pirtûkek şand 25 lîre girtin. Ne ewqas hesane ku girtiyek heqê wê bide. Di vê rewşê de ev yek jî perçeyekî tecrîdê û tenê hiştinê ye. Dixwazin ku bi qeyrana aboriyê girtiyan tenê bihêlin û tecrîd bikin.”   ‘NIKARIN ÇAYÊ JÎ VEXWIN’   Altan, destnîşan kir ku kantînên girtîgehan tiştên ku girtî dixwazin nakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destûr nadin ku ji cihekî din jî bigirin. Kantînên girtîgehan ji derve pir bihatir in. Girtî neçar dimînin ku tiştên bêkalîte buhayê herî zêde bikirin. Ji ber bihayên zêde girtî neçar mane ku vexwarina çayê jî bisînor bikin. Heta li gelek cihan êdî çay nayê çêkirin.”   Altan, bi bîr xist ku li ser girtiyan zextên piralî hene û xwest ku li dijî vê yekê herkes dengê xwe derxîne.    MA / Delal Akyuz