‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’ 2022-05-24 10:27:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku ji Komkujiya Enfalê rizgar bûbûn, di encama êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Rojnameger Rêbaz Hesen ku xizmê Xan û Îbrahîm e, wiha got: “Xan û Îbrahîm di Enfala Sedam Hiseyîn de rizgar bûn lê di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin.”    Tirkiyeyê di 21’ê gulanê de li dijî navçeya Çemçemal a Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de keyayê gundê Tuteqelê Aram Haci Kake Xan û pismamê wî Îsmaîl Îbrahîm jî di nav de bi giştî 3 kes hatin qetilkirin. Di Komkujiya Enfalê de ku Sedam Hiseyîn di sala 1988’an de kiribû, ji malbata Xan û Îbrahîm bi giştî 80 kes bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Dayik, bav, xwîşk û birayên Îbrahîm di Komkujiya Enfalê de hatibûn qetilkirin û tenê ew û xwîşkeke xwe ji komkujiyê xelas bûbûn. Ji malbata Xan jî gelek kes hatibûn qetilkirin. Lê belê hem Xan û hem jî Îbrahîm ku ji Komkujiya Enfalê xelas bûbûn, di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin.    BI HEWARA BIRÎNDARAN ÇÛBÛN   Xizmê Xan û Îbrahîm ku di heman demê de rojnamegere Rêbaz Hesen, têkildarî mijarê axivî. Hesen, da zanîn ku Xan piştî ku bihîst li çoltarê Çemçemalê birîndar hene, li wesayîta xwe siwar bûye û ber bi cihê bûyerê ve çûye. Hesen, bi domdarî wiha got: “Xwest birîndaran rake nexweşxaneyê. Di wê navberê de bi balafiran êrişî wesayîta wî kirin. 5 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Di Komkujiya Enfalê de ji malbatên Xan û Îbrahîm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dayik, bav, xwîşk û birayên Îbrahîm jî di nav de 8 kes hatibûn qetilkirin. Tenê ew û xwîşka xwe ji Enfalê xelas bûbûn. Lê ew jî di êrişa Tirkiyeyê de hate qetilkirin. Xan û Îbrahîm ji Enfala Sedam xelas bûn lê Tirkiyeyê ew qetil kirin. Di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin.”    PÊŞMERGEYÊ 23 SALAN   Bi domdarî Hesen da zanîn ku Xan keyayê gundê Tuteqelê bû û wiha domand: “Mirovekê di halê xwe de û gelek kedkar bû. 23 salan pêşmergetî kir. Ji ber milê xwe jî bûbû xazî. Anku keda her duyan jî li herêmê gelek bû. Lewma gelê herêmê ji wan gelek hez dikir. Bi fedakariyên xwe dihatin naskirin. Demekî kin piştî êrişê, Xan ji hevjîna xwe re wiha got; ‘Li herêmê hihek kes birîndar bûne. Ez ê wan rakim nexweşxaneyê. Lewma dibe ku ez di rê de şehîd bibim û êdî venegerim. Heke ez şehîd bibim, li ser kêla gora min Bijî Serok Apo binivîsinin.’ Piştre jî bi lez û bez ji malê derket. Bi awayekî pêxas ji malê derdikeve û nêzî 40 deqeyan dibeze da ku xwe bigihîne birîndaran.”    ‘EZ Ê LI SER XETA BAVÊ XWE BIM’   Hesen, qala rewşa welatiyên herêmê ya piştî vê komkujiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji Enfalekê xelas bûn û niha bi Enfaleke din re rû bi rû man. Lê tevî vê komkujî û êrişê jî tenê wêrektî û fedekariya van kesan di aqilê gel de ma ye. Lewma xelkê herêmê serbilinde û seknekî birûmet raber dike. Di merasîma veşartina Îbrahîm de keça wî ya mezin cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn û soz da ku dê di rêya bavê xwe de bimeşe û têbikoşe. Vê sekna xurt bandoreke mezin li ser gel kir. Ji ber van êrişan, li dijî Tirkiyeyê kîn û nefreteke mezin derket holê. Beşdariya merasîma cenazeyê û ya di şînê de her tiştekî radixe berçavan.”