Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan 2022-05-24 10:38:30   ENQERE - Delegeyên tev li Konferansa Jinan a HDP'ê bûn destnîşan kirin ku ew ê li dijî şer bi têkoşîna hevpar li ber xwe bidin û ji bo demokrasiyê tifaqa jinan pêk bînin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa 4'emîn a Asayî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" di 21-22 Gulanê de pêk anî. Di konferansê de rojevên li dijî êrişên bi hevkariya AKP-PDK'ê yên li Herêma Kurdistanê tên meşandin têkoşîn û li dijî şer çareseriya demokratîk û aştî hatin nîqaşkirin.   Delegeyên tev li konferasê bûn derbarê şerê îktidara AKP-MHP'ê de ji ajansa me re axivîn.   'BARZANÎ NE BIRAYÊ ME YE'   Meryem Tûra ku ji Batmanê tev li konferansê bû anî ziman ku ew naxwazin bi destê kurdan xwîna kurdan bê rijandin û derbarê rola PDK'ê ya di şerê tê meşandin de wiha got: "Barzanî ne birayê me ye. Bi qasî ku destê wî di xwîna zarokên me de hebe ew dê nebe birayê me."   'NE DEMA RÛNIŞTINÊ YE'    Tûra bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Em tev di bin tecrîdê de ne lê em jin li ser pêya ne. Ez bangî hemû dayikan dikim ku bila li malan de rûnenin. Roj roja di malê de sekinînê nîne. Dayikên kurdan jî yên tirkan jî bila êdi negirîn. Me tevan ev êş nas kir û em pê êşiyan."   LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ TEKOŞÎNA JINAN   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem jî destnîşan kir ku Tirkiye di nava qeyranên piralî de ye û wiha: "Ez bawer dikim ku dê tenê jin karibin li dijî şer û tecrîdê bisekinin. Ji ber ku di vî şerê tê meşandin de herî zêde jin bandor dibin. Ji ber vê yekê divê herî zêde jin li ber xwe bidin û ez bi jinan bawer im."   'DIVÊ JIN LI PÊŞ BIN'   Hevseroka Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yûce da zanîn ku îktidara AKP-MHP'ê dixwaze emrê xwe bi derxistina şer dirêj bike û wiha got: "Her bombeya ku tê avêtin li ser pişta kedkar û gelê xizan dibe mêtingerî. Divê li dijî van operasyonan em wek jin li herî pêş de cih bigirin. Ji ber ku herî zêde jin bandor dibin û tu hêlekî însanî ya vî şerî nîne."    'DAYIK TIRSÊ TARÛMAR DIKIN'    Ayşe Ozdemîr jî ji Îzmîrê tev li konferansê bû û da zanîn ku dema ew hêza xwe bikin yek dê li dijî şer bi bandor bin. Ozdemîr derbarê tirsa tê xwestin belav bibe de jî ev tişt anî ziman: "Dayîkên kurd û Dayikên Aştiyê dîwarê tirsê şikandine. Divê em li hemû Tirkiyê van dîwarên tirsê hilweşînin. Nexwe em her roj dê bi tirsa gelo dê îro zarokê kê bimire bifikirin û di rewşekî wiha bi jan de dê bijîn û têk biçin."