Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin 2022-05-24 13:16:47   ENQERE - Hevseroka KESK’ê Keblan Yeşîl diyar kir ku ew ê hesabên hemû qetlîamên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de bipirsin û ev pêwîstiya têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ye.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî geşedanên dawî yên Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê li gel Komîsyona Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê li Eywana Civînê ya Navenda KESK’ê civîna çapemeniyê li dar xist.    Li eywanê pankarta “Heta ku hemû berpirsiyarên Qetlîama 10’ê Cotmehê werin dîtin, bila hemû wezîfedarên cemaweriyê bên darizandin” hat daliqandin. Di civînê de ewilî Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Keblan Yeşîl axivî û diyar kir ku li gel 7 sal derbas bû jî qetlîam hê nehatiye ronîkirin.    ‘DIVÊ QETLÎAM WERÎN RONÎKIRIN’   Yeşîl anî ziman ku heta qetlîamên di navbera 7’ê Hezîranê – 1’ê Mijdara 2015’an de neyên ronîkirin dê faîlên rastî yên qetlîaman dernekevin holê û xwest îktidar pêvajoya di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de ronî bike. Yeşîl da zanîn ku heke ev qetlîam li welatek demokratîk biqewimiyan dê erd û asîman bihejiya û îktidara dixwaze ser van doz û qetlîaman bê girtin. Yeşîl diyar kir ku her çiqas Serokezîrê demê Ahmet Davutoglu gelek rastiyan dizane jî hê jî eşkere nekiriye û darazê jî wî venexwendiye îfade dayînê. Yeşîl got hemû îşaret berpirsên qetlîaman îktidarê nîşan dide. Yeşîl destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna xwe nehêlin ser doza qetlîama 10’ê Cotmehê were girtin û ew ê hesabê hemû qetlîamên ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê qewimîn bipirsin û viya pêwîstiya têkoşîna wan a aştî, demokrasiyê û azadiyê ye.    ‘KÊ ÇI DIZANE BILA BÊJE’    Ji parêzerên dozê Îlke Işik anî ziman ku derbarê qetlîamê de çi dizane divê bên dozê vebêjin û divê ev doz nebe malzemeyên siyasî.    DÊ PÊŞIYA DOZÊ BERNEDIN    Herî dawî Seroka Komeleya AştiYê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakinci jî destnîşan kir ku dewlet di warê edaletê de ji malbatên qurbaniyan re deyndar e û heta ew hesab ji berpirsiyaran nexwazin dê ev doz neqede û banga piştevaniya dozê kir.