HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike 2022-05-24 14:34:46   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku di rewşa hêzên navneteweyî yên li herêmê de guhertineke stratejîk nebûye û diyar kir ku ew gefên Tirkiyeyê yên ji bo xerakirina aramiya herêmê lêkolîn dikin.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê gefên dawî yên Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan de yên li ser êrişên nû li Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) daxuyaniyek nivîskî da.    Daxuyaniya HSD'ê ya derbarê mijarê de wiha ye:    "Ti guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tune ye. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên têkbirina aramiyê de, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ'ê ye.   Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin."