Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê 2022-05-24 16:47:14   ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Haavisto diyar kir ku ji bo ew muxalefetiya têkildarî NATO’yê çareser bikin dê sibê şandeyan bişînin Enqereyê.    Wezîrê Karên Navxweyî yê Finlandiyayê Pekka Haavisto li Davosê daxuyanî da. Haavisto diyar kir ku ji bo ew dijderketina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya NATO’yê ya Finlandiyayê û Swêdê çareser bikin dê sibê şandeyan bişînin Enqereyê. Haavisto wiha got: “Têkildarî muxalefetiya Tirkiyeyê ya ji bo NATO’yê  diyalogên me didomin. Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê.”    Haavisto da zanîn ku ew ji metirsiyên Tirkiyeyê fêm dikin û wiha got: “Em hêvîdarin wê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Raste rast tenê ne Finlandiya û Swêdê dibe ku pirsgirêk bi hin welatên din ên endamên NATO’yê re jî hebe.”