Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin 2022-05-27 16:18:59   WAN - Di dema serdana Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û şaredarên CHP’ê ya dikandaran de, jineke ciwan a dirûşm berz kir hate binçavkirin.    Di serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê di çarçoveya serdana 3 rojan a Partiya Gel a Komarê (CHP) ya dikandaran a li Wanê de hat bajêr, jinekê dirûşme berz kirin. Di dema serdana dikandaran a li ser Cadeya Mereşê de jineke ciwan ji bo Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “Bijî Serok Apo” berz kir.    Polîsan jina ku dirûşm berz kir, binçav kirin.