Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin 2022-05-27 17:45:11 WAN- Fevzî Çelebî, birayê siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî ku li Silêmaniyeyê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, got: "Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin."    Bi sedan kes serdana taziyeya ji bo siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di 17'ê Gulanê de di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da hat danîn dikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl çû taziyeya Çelebî û sersaxî xwestin.    ORHAN: KIRYAR DIYAR IN   Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan ku di taziyeyê de axivî, anî ziman ku bi şehadeta Zekî Çelebî re hatiye xwestin ku peyamekê bidin kurdan. Orhan got: "Hevalê Zekî li welatê xwe yê di bin zilmê de mafên mirovan, gelê kurd diparast û ji bo vê têdikoşiya. Kurd 100 sal in di bin zilmê de ne. Hevalên wekî Zekî yên têkoşer an diçin sirgûnê an jî şehîd dikevin an jî tên girtin. Hevalê Zekî jî yek ji wan hevalan bû. Derbarê wî de doz hatin vekirin û mecbûr ma biçe sirgûnê. Lê mixabin li wir jî bi destê dijminan û xiyanetkaran ve bi awayekî bêbextî hat şehîdkirin. Kiryarên hevalê Zekî diyar in. Ger em li dijî vê tênekoşin, dê ev bêbextiyên wan bidomin. Ji kêliya ku me cenaze girt û heya me ew defin kir em bi tiştên bêehlaq re rû bi rû man. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê bitêkoşin."    FEVZÎ ÇELEBÎ: EM Ê ALAYA WÎ HILGIRIN   Fevzî Çelebî, birayê Mehmet Zekî Çelebî jî diyar kir ku dê alaya têkoşînê ya birayê xwe li erdê nehêlin û got: "Em malavayiya gelê kurd û siyasetmedarên kurd dikin ji ber xwedîderketinê. Heya me cenaze anî Wanê em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû man. Ev feraseteke qirêj e. Lê gelê me bi xwedîderketina xwe ev tişt dan jibîrkirin. Birayê min Zekî Çelebî tenê ne şehîdê me, şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Zekî tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya gelên bindest ên cîhanê doza azadî û wekheviyê dikir. Me jî gelek tişt jê wergirtin, her tim rênîşander bû. Em ê alaya wî ya têkoşînê ya ji me re hiştiye ber bi serketinê ve bilind bikin."