KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin 2022-05-27 19:01:46 NAVENDA NÛÇEYAN - KCD û DBP'ê êrişên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gazî partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê û gel hat kirin ku li dijî vî şerî û "îxanetê" bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin û xeta "îxanetê" mehkûm bikin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê û di çarçoveya van êrişan de li navçeya Bamernê ya Amediyê qetilkirin 2 zarokan û qetilkirina siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê di 17'ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyeyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin şermezar kirin.    Di daxuyaniyê de gazî PDK'ê hat kirin ku dev ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê kurd binpê dike berde û li rex gelê xwe cih bigre û nebe şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya gelê kurd dike, yan na wê gelê kurd wê mehkûmî rûpelên reş ên dîrokê bike.   Daxuyaniya KCD û DBP'ê bi vî awayî ye:   "Êrişên dagirkeriyê û operasyonên ku di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Dewleta tirk ku di vî şerî de encam negirt, êrişê dibe ser penaberên siyasî û gelê Herêma Federal a Kurdistanê.   Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê Gulanê de li Kolana Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, li ber cihê kar, ji aliyê 2 kesan ve rastî êrişa çekdarî hat û di encema vê êrişê de jiyana xwe ji dest da.   Dîsa di 26’ê Gulanê de jî, di encama êrişa hewayî de ya dewleta tirk a li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku li derdora navçeya Bamernê ya Amediyê diçûn seyranê, 5 welatiyên me ku 2 jê zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.    Hêzên navneteweyî yên li hemberî van êrîşan bêdeng man û PDK ya ku bi veşartina sûcdaran hewl da berpirsyariya xwe veşêre, berpirsiyarê sereke yê van êrişan e. PDK ku gelê kurd û zarokên wan ji bo berjewendiyên xwe feda dike; bi rê û rêbazên xwe yên siyasî ên ku dişibin zîhniyeta AKP-MHP’ê di heman demê de xizmetê ji faşîzma AKP-MHP’ê re dike. Em careke din bang li PDK’ê ya ku ji vê rewşê qet fedî nake dikin ku dev ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê me binpê dike berdin; li rex gelê xwe cîh bigrin û nebin şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya gelê kurd dike. Nexwe wê gelê kurd we mehkûmî rûpelên reş ên dîrokê bike.   Zihniyeta faşîst a ku tu nirx, exlaq û hiqûqê nas nake, doh êriş biribû ser merasîma cenazeyê Aysel Doğan a ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû û îro jî hewl da ku definkirina cenazeyê Zekî Çelebî asteng bike. Nakokî û durûtiya wan kesên ku ji bo Filistînê diqîrin û tehamul nakin ku kurd şîna xwe deynin  berdewam dike. Hikûmetên ku berê ev helwest nîşan dan, çawa têk çûn hûn ê jî bi heman aqûbetê re rû bi rû bimînin û têk biçin.   Em careke din van êrişên li ser nirx, destkeftî û avakirina pêşeroja gelê xwe şermezar dikin û em bang li hemû partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê, bi taybetî jî gelê xwe dikin ku li dijî vî şer û îxanetê bi ruhê yekîtiya neteweyî, xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin û bi vî awayî xeta îxanetê mehkûm bikin."