‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin 2022-05-27 23:57:39   AMED – Şanoya Mencelê bi lîstika 'Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî şanohezan.   Şanoya Mencelê bi lîstika 'Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî şanohezan. Berî lîstik dest pê bike hêwana şanoyê tije bû û temaşevan bi kelecan li hêviya lîstikvanan man. Lîstikvan bi çepikan derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan.    Piştî lîstik bi dawî bû şanohez bi coş dûr û dirêj li çepikan xistin.    Her wiha beriya ku şanohez belav bin lîstikvan Perînaz Delazy axaftinek kurt kir. Delazy ji bo elaqeya wan malavayiya şanohezan kir. Delazy diyar kir ku cara ewile ku derketine tûrneyê û got: “Em ê sibê jî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bin. Roja yekşem û duşemê jî em ê li Êlîhê bin. Hûn jî ji heval û dostên xwe re bibêjin. Di heman demê de rawestgeha me ya dawî Tetwan bû, lê Qeymeqamtiya Tetwanê bi hinceta pirsgirêkên teknîkê destûra lîstika me nedaye. Em dizanin ku pirsgirek ne teknîk e mijiyê wan e.”    MIJARA 'HAYLO DÎSA TEVLIHEV BÛ'   Bernart Barnîer fabrikatorêk e û beriya bûyeran bi aramî li mala xwe radizê. Barnîer, ji aliyê xebatkarê xwe Cristin Martînê ve tê xapandin. Di nav lîstîkê de xapandin berfireh dibe û tevliheviyeke mezin der tê holê û lîstîk bi reqs û kêf diherike. Lîstîk di esasê xwe de bi şêweyeke îronîk li ser derewkarî û xapandinê disekine.    ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' ji aliyê nîvîskar Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û bi derhêneriya Nazmî Karaman hatiye amadekirin.