Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran 2022-06-28 14:02:01   STENBOL - Parêzer Ferdî Yamar diyar kir ku polîsan derbarê 19 kesên di daxuyaniya HDP’a Stenbolê de hatine binçavkirin du dosyeyên cuda ji du dozgeran re şandine û dozgerek biryara dozvenekirinê daye û divê ev rewş ji HSK’ê re bê ragihandin.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 21’ê mijdara 2021’an de li Meydana Tunel a Beyogluya Stenbolê çalakiyek li dar xistibû. Rojnamevan Zekîne Turkerî û 18 endam û rêveberên HDP’ê hatibûn binçavkirin. Doz derbarê 19 kesan de hatibû vekirin. Danişîna sêyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 49’emîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Yên ji dozê tên darizandin di danişînê de amade bûn û Hevserokê HDP’a Stenbolê yê berê Erdal Avci ku ji dozek din girtî ye ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Gelek kes tev li dozê bûn.    Yên tên darizandin parastina xwe kirin û diyar kirin di binçavan de îşkence li wan hatiye kirin û ew ji polîsan gilîkar in û tu hurmeta polîsan ji mirovan nîne.    Ji parêzerên dozê Ferdî Yamar diyar kir ku polîsan derbarê 19 kesên di daxuyaniya HDP’a Stenbolê de hatine binçavkirin du dosyeyên cuda ji du dozgeran re şandine û dozgerek biryara dozvenekirinê daye û divê ev rewş ji HSK’ê re bê ragihandin. Yamar xwest miwekîlên wan tavilê bên beraetkirin.    Piştî beyanên parêzeran, dozger daxwaza beraetê red kir. Dadger jî ji beyanên kêm daxwaza beraetê red kir û danişînê taloqî 13’ê kanûnê kir.