Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim 2022-06-28 14:03:29   ENQERE - Yek ji gilîkerê di Doza Kobanê de hate guhdarkirin Hasan Ûzûn mafê axaftinê girt û got: “Ev doza çi ye, ez nizanim.” Gilîker Îbrahîm Taşdemîr jî bi lêv kir ku ji siyasetmedarên tên darizandin ne gilîker e.   14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TKP) a Yenîmahalleyê û Halkevlerî û her wiha gelek parêzer amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragiritn li eywana danişînê amade bûn. Girtiyên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, evraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Têkildarî anîna siyasetmedara kurd girtiya nexweş Aysel Tûglûk, a danişînê, bersiva Girtîgeha Kocaeliyê hate xwendin. Di bersivê de hate diyarkirin ku Tûglûk li rûniştina beriya nîvro amade nabe û derbasî guhdarkirina gilîkeran hate kirin.    HAYA GILÎKER JI DOZÊ NÎNE   Gilîker Hasan Ûzûn ê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, mafê axaftinê girt û wiha got: “Ev doza çi ye ez nizanim.”   ‘EZ DADGEHA WE NAS NAKIM’   Serokê dadgehê ragihand ku gilîker Ûzûn di 7’ê Cotmeha 2014’an de birîndar bûye, navê siyasetmedarên tên darizandin xwend û mafê axaftinê da Ûzûn. Ûzûn ê mafê axaftinê girtin wiha axivî: “Min beriya niha îfadeyek dabû lê niha ez cuda difikirim. Fikrên min hatin guhertin. Li dadgeha we hikmên Xwedê nayên sepandin. Ji ber vê yekê ez naxwazin îfadeyê bidim. Ez ji siyasetmedarên navên wan hatin xwendin gilîker nînim û vê dadgehê jî qebûl nakim.”   ‘EZ GILÎKER NÎNIM’   Dûre gilîker Îbrahîm Taşdemîr hate amadekirin. Gilîker Taşdemîr ê hate îdiakirin ku di şermezarkirinên Kobanê de birîndar bûye wiha got: “Dema bûyeran de ez li cihê bûyerê bûm. Ez ji aliyê kesekî ku min nas nedikir ve hatim birîndarkirin. Pişt re nayê bîra min.” Taşdemîr, bi lêv kir ku ji tu siyasetmedarên jê Doza Kobanê tên darizandin gilîker nîne.   Gilîker Sînan Piglis ê di wê dîrokê de zarok bû jî anî ziman ku ji siyasetmedarên navên wan hatin xwendin re gilîker nîne.   Gilîker Hazret Egît jî wiha got: “Ez tu siyasetmedarên navên wan hatin xwendin nas nakim. Kesên ez birîndar kirim ew nebûn. Ez naxwazim guneha wan bigirim. Ez bawer im ku kesên ez birîndar kirim dijminên min bûn.” Bal kêş bû ku serokê dadgehê zext li gilîker kir ku giliyê siyasetmedaran bike.    Piştî beyanên gilîkeran aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata mafê axaftinê girt û wiha got: “Em jî parçeyekî hiqûqê ne û dixwazin ji van mafan sûdê bigirin. Em li girtîgehê jî bin hin mafên me hene.” Akat, bal kişand ser zêdebûna danişînan û bertek nîşan da ku berî bên agahdarkirin guhdariya gilîkeran tê kirin.    Danişîn berdewam dike.