Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin 2022-06-28 14:04:18   COLEMÊRG - Li Geverê operasyona li herêma Astenga Reş a ku 3 roj bû dom dikir bi dawî bû. Li herêmê qedexeya 5 rojan a derketina zozanan dest pê kir û 5 hezar pez jî hê winda ye.   Operasyona leşkerî ya di 26’ê hezîranê de li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîdan û Xurekana Temo ên li herêma Astenga Reş  a bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve hatibûn destpêkirin, bi dawî bû. Hat destnîşankirin ku nîviya leşkerên li herêmê hatibûn bicihkirin, duh bi şev bi tevî wesayîtên zirxî, helîkopteran û meşîneyên kar ji herêmê derketine. Hat zanîn ku leşkerên ku li wir mabûn jî serê sibê bi temamî ji qadê vekişiyane.    DERKETINA ZOZANAN 5 ROJ HAT QEDEXEKIRIN   Leşkerên ku ji herêmên gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo derketine ji gundiyan re ragihandine ku derketina zozanan 5 rojan li wan hatiye qedexekirin. Di dema ku operasyon hatiye destpêkirin 13 kes hatibûn binçvakirin û 11 ji wan piştî karûbarên îfadeyan yên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyan Geverê hatibûn berdan. Hat zanîn ku îfadegirtina Bîrhat û Behçet Engudar ên birayên hev jî bi tevlibûna parêzerên OHD’ê û ÎHD’ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyan Geverê hatiye destpêkirin. Tê payîn ku piştî karûbarên îfadeyên dê herdû birayan sewqî dozgeriyê bikin.    PEZ HÊ JÎ WINDA NE   Ji aliyê din ve ji ber ku şivan hatine binçavkirin, 5 hezar pezê gundiyan hê jî winda ye û gundî ji ber qedexeya zozanan nikarin li pezên xwe bigerin.