Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan 2022-06-28 14:16:54   HATAY - Ayşe Arapgîrlî ku bi hinceta pere ji wasiyê xwe re razandine, hate berdan.    Endama TAYAD’ê Ayşe Arapgîrlî ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê bi îdiaya “rêxistinê fînanse dike” bi rê ve dibir de hatibû binçavkirin, hate berdan.    Arapgîrlî ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekir ji Miduriyeta Polîsan a Arsûzê bi kelemçeyê birin Edliyeya Îskenderûnê. Di destê Arapgîrlî de şop çêbûn. Arapgîrlî ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeya wê li Edliyeya Îskenderûnê hate wergirtin, sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û bi lêv kir ku tenê ji wasiyê xwe re pere razandiye.    Arapgîrlî piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.