Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da 2022-06-28 14:22:12   STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê têkildarî endamên wan ên li Gever a Colemêrgê ji hêla leşkeran ve hatine derbkirin daxuyanî da. OHD’ê diyar kir ku dê tu carî li hemberî zextan serî netewînin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê têkildarî encamên xwe yên li navçeya Gever a Colemêrgê ku dema ji bo agahîgirtina ji 13 welatiyên di bin çavan de hatine îşkencekirin çûyîn qereqolê û ji hêla leşkeran ve hatine derbkirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdarî û alîgirên wê dijminatiya li kurdan weke amûrekê “rantê” bi kar tînin û ji ber polîtîkaya desthilatdariyê jî polîs û leşker her cureyên sûcan dikin.    Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Mînaka vê rewşê ya herî dawî li Geverê qewimî. Di 26’ê hezîrana 2022’yan de qadên sivîlan jî di nav de li herêmê amadekariyeke operasyonê hatiye kirin. Di vê navberê de leşkeran jin û zarok jî di nav de li gundên herêmê zêdetirî 20 kes bi awayekî fiîlî binçav kirin û birin qada çoltarê ya liv û tevgera leşkerî lê zêde. Di dema vegerê de jî 13 welatî hatin binçavkirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Geverê. Li ser agahiyê jî hevserokên me yên Şaxa Colemêrgê Harîka Karataş û Firat Îke saet di 21.30’an de ji bo şopandina rewşê çûn qereqolê. Di wê navberê de bûn şahid ku welatî tên îşkencekirin û rastî miameleyeke nebaş tên. Xwestin pêşî li îşkenceyê bigirin lê ew bi xwe jî rastî miameleyeke xerab û îşkenceyê hatin. Di encamê de pêşî lê hat girtin ku karê xwe bikin û birîndar bûn. Ev îşkenceye li avahiya hêzên ewlekariyê hatiye kirin û di dema şopandina binçavkirinê de hatiye kirin. Lewma êrişeke li dijî pîşeya parêzertiyê û pratîka hiqûqnasên azadîxwaz e.    EM Ê SERÎ NETEWÎNIN   Me li hemberî vê hovîtî û barbariyê tu carî serî netewand û di çi şert û mercan de dev ji pratîka hiqûqnasên azadîxwaz berneda. Em ê li dijî zimanê nefretê û polîtîkayên desthilatdariya siyasî û alîgirên wê jî serî netewînin. Em ê di her şert û mercan de li cem kesên rastî neheqiyê tên bisekinin. Em vê êrişê qebûl nakin. Divê hemû kes û rêxistinên girseyî yên demokratîk bertek nîşanî vê rewşê bidin. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ji bo lêpirsînên edlî û îdarî bên destpêkirin, dê serî li her hewldanekî hiqûqî bidin.”