Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin 2022-06-28 14:23:20   AMED - Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin.    Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bi îdiaya li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin. Wêneyek ku Esen di nîsana 2018’an de li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye ji aliyê Serokatiya Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve bûye mijara sûc.    ÎDIAYA KU DÊ WÊNE KURDAN RAKE SER PÊYAN    Îdianame ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin û ev îdianame ji rûpelekê pêk tê. Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de derbarê Esen de ji salekê heta 5 salan cezayê hefsê tê xwestin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Esen wêneyek ku endamek rêxistinê ye û çek di desê wê de ye belav kiriye û ev wêne bûye mijara sûc. Dozger di îdianameyê de diyar kiriye ku wê ev wêneyê Esen belav kiriye kurdan rake ser pêyan û pesnê endamê rêxistinê hatiye dayîn.    Dozger xwestiye Esen ji ber parvekirina wêne were cezakirin. Danişîna ewil a doza hatiye vekirin dê di 21’ê îlonê de bê lidarxistin.