Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan 2022-06-28 14:32:04   MÊRDÎN - Nexweşên ku neçar dimînin ji bo li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê qeydê çêbikin bi saetan di dorê de bimînin, bertek nîşan dan.    Nexweşên ku xwestin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê qeydê çêbikin, neçar man ku di saetên serê sibê de di dorê de bimînin. Nexweşên ku nikarîn randevûyê bigirin bertek nîşanî dorên duv dirêj dan. Jineke ku dora duv dirêj kişand, berteka xwe bi van gotinan nîşan da: “Em di rêzê de disekinin. Nikarin randevûyê bigirin. Li Mêrdîna evqas mezin em nikarin randevûyê bigirin, weke zemanê berê dîsa di dorê de disekinin.”