Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir 2022-06-28 14:56:50   RIHA - Malbata Şenyaşar bang li AKP’ê kir û wiha got: “Dema ku siberojê bijartijyên we daketin qadan û deng xwestin dê gel pirsa ‘Ev dayîk çima li pêşiya edliyeyê rûdine?’ ji we bipirse. Bersivekî bijartiyan ji bo vê pirse heye gelo?”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 477’emîn de didome. Ferît Şenyaşar ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir, ev gazin kir: “Dayîkek 477 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Çima rayedarekî dewletê dernakeve û pirsa ku ev dayîk çi dixwaze napirse.”   ‘GEL DÊ JI AKP’Ê BIPIRSE’   Şenyaşar bal kişand ser xemsariya Wezareta Edaletê ya li dijî nobeta wan û wiha got: “Siberojê dê Serokkomar ferman bide parlamenter, bijartiyên xwe û dê ji wan re bêje ku herin nava gel. Tevahiya gelê Rihayê zilma li dayîkê tê kirin dibîne û dişopîne. Gelek rêveber û endamên AKP’ê yên rastî me hatin, gotin ku ji ber vê nobetê 'me ji partiya xwe îstifa kiriye.' Dema siberojê bijartiyên AKP’ê hatin Rihayê dê gelê Rihayê ji wan vê pirsê bikin, ‘Çima ev dayîk li ber edliyeyê disekine?’ Bijartiyekî we ku bersiv bide vê pirsê heye gelo?”   Malbata Şenyaşar heman pirs li ser hesaba xwe ya medya sanal ji Navenda Giştî ya AKP’ê û Serokatiya Bajêr a Rihayê jî kirin.