Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin 2022-06-28 15:31:45   ENQERE - Tanjû Gunduzalp ê di meha 126’emîn a Komkujiya Roboskê de axivî wiha got: “Gundek, gelek, civakek, 10 sal û nîv, 126 meh, 548 hefteye li edaletê digere.”   Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, têkildarî meha 126’emîn a Komkujiya Roboskê li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin.    Endamê Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskê Tanjû Gunduzalp ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku lêpirsîna komkujiyê bi neşopandinê hate girtin û wiha got: “Bi destê rêveberî, siyaset, daraza sivîl, daraza leşkerî û hiqûqa navnetewî hewl tê dayîn li ser Komkujiya Roboskê bê girtin.”   SÎNORÊ ÇARESERIYÊ    Gunduzalp, bi lêv kir ku Komkujiya Roboskê tenê yek ji wan cinayetane ku dewlet jê berpirsyar e û wiha berdewam kir: “Sînorê dewletê jî yê demokrasiyê jî Roboskê ye. Sînorê çareseriyê jî Komkujiya Roboskê ye. Li dij derketina sînoran jî sînorê rêya diçe aştiyê jî; Edaleta ji bo Roboskê ye.”   Gunduzalp ê qala helwesta darazê kir, diyar kir ku diyar kir ku daraz ji bilî piştevaniya bindestan, kesên bên qetilkirin û mexduran bike, piştevaniya desthilatan dike û got: “Em alîgirê jiyana bi hev re ne. Li dijî tundiya dewlet û desthilatê heta em ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edaletê pêk neyînin em rehet narazin û nadin razandin jî. Li ser vê axê rêya edalet û aştiyê dê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye.”