34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin 2022-06-28 16:38:26   RIHA- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 rêxistin û partiyên siyasî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang li hêzên koalîsyona navneteweyî hat kirin ku qada hewayî bigirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 rêxistin û partiyên siyasî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomatîk a Qamişloyê hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên beşdar bûn. Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hate kirin. Daxuyaniya hevpar ji hêla endamê Partiya Muhafazakar Ednan Izo, endamê Partiya Yekitiyê ya Sûriyeyê Gabrîel Şemûn û Serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku li gorî herdu peymanên agirbestê yên di cotmeha 2019'an de tevbigere û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ev peyman ji bo ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu operasyonan neke û êrişên nû pêk neyîne hatibûn îmzekirin. Lê belê dewleta tirk a dagirker kiryarên xwe yên dijminane yên li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên bêmirov û bi bombebarankirina bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê didomîne. Herî dawî jî li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistanê êrişî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir.    Dewleta tirk projeya xwe ya berfirehkirina dagirkeriyê li herêmê didomîne. Dewleta tirk bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û sûcên şer li dijî sivîlan pêk anî. Her wiha qirkirina etnîkî dike, gel bi darê zorê koçber dike û demografyaya herêmê diguherîne.    BÊHELWESTIYA NY’Ê DIBE SEDEMA ÊRIŞAN   Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî van binpêkirinên qanûna navneteweyî yên dewleta tirk helwestekî tund nîşan nade, dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê zêdetir dike, qada dagirkeriya xwe firehtir dike û hewl dide projeya xwe ya mêtingeriyê mezintir bike. Sedema van hewldanan jî bêhelwestiya NY’yê.    Dewleta tirk ku endama Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ'ê ye, li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tevdigere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne. Bi salan li ser sînorên xwe li dijî DAIŞ'ê şer nekiriye; berovajî vê çûn û hatina terorîstan ji bo Sûriyeyê hêsan kir û alîkariya serkirdeyên terorîstên DAIŞ'ê û El Nusrayê li navçeyên ku dagir kirine, dike.   CIHÊN DAGIRKIRÎ BO TERORÎSTAN BÛNE CIHÊN GUNCAV   Her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hemû destketiyên hevpeymana navdewletî û hevpeymanên wê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re têk bibe. Her wiha hewlên wan ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst qels dike û dibe sedema pêlên penaberiyê ji bo Ewropa û welatên herêmê. Di heman demê de cihekî guncav ji bo terorîstên herî xeter ku di kamp û zindanan de ne, peyda dike da ku carek din li herêmê zindî bibin.   BANG LI KOALÎSYONÊ KIRIN   Di serî de DYA, Ingilistan û Fransa, banga me ji bo endamên Koalîsyona Navdewletî ew e ku li dijî dewleta tirk tevbîrên tund bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên wê bigirin. Da ku pêşî li êrişeke nû ku wê jiyana milyonan mirovan bixe xetereyê, bigirin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrişê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermirovî, hesab ji dewleta tirk bê xwestin.”   NAVÊN PARTIYAN    Navên partiyên ku daxuyanî dane wiha ne: "Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Desteya Niştimanî ya Erebî, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Komarî ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê, Tevgera Reform-Sûriyeyê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Yekitiya Niştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Muhafazakaran a Demokratîk, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El partî), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê, Desteya Koordîneyê ya Niştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokratîk) û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)."