Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin 2022-06-28 18:35:58   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de axivî, bertek nîşanî neberdana girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûkê da û got: "Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin."    Danışîna 14'an a Doza Kobanê di roja dudoyan de li Kampusa Girtîgeha Sincanê dewam kir. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sincanê de tev li danişînê bûn û yên di girtîgehên din de jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn.    Girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûkê jî bi rêya SEGBÎS'ê danişînê şopand. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li cem Tûglûkê bû got: "Her kez dizane ku hevala me Aysel nikare di van şertan de parastinê bike. Hêvîdar im biryareke biheqîqet bê dayîn û hevala Aysel bigihê mafê tenduristiyê. Ji ber ku li vir e, pir kelecan e. Ji ber ku hevalên xwe dît pir kêfxweş e. Nikare tişta dixwaze bibêje, lê dixwazim ji dêvla wê ragihînim."    Kişanakê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ya li vir tê darizandin ne bûyerên Kobanê ne, HDP bi xwe ye û got: "Ev dozeke siyasî ya kûmpasê ye."    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdagê jî diyar kir ku li hember xwe merciyeke darazê ya cidî nabîne û got, kesên li hemberî wan wekî şahid tên bikaranîn jî bi zora dadgehê ew kirine şahid. Yuksekdagê destnîşan kir ku di vê dosyeyê de tu tişt nemaye ku ji rê derneketiye û got, heyeteke ku bi qasî serê derziyê jî fikarên wê ji bo hiqûqê hebûna dê ev bêhiqûqîtî tamûl nekirine.    Di vê navberê de Aysel Tûglûk jî bi alîkariya Gultan Kişanakê ji hêwana SEGBÎS'ê derket.    Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel axivî.    Tûncelê diyar kir ku mafê tenduristiyê yê Aysel Tûglûkê tê binpêkirin û ji bo Tûglûkê got, yek ji mirovên herî wêrek ên cîhanê ye. Tûncelê bilêv kir ku Aysel Tûglûk di çareserkirina meseleya kurdî û aştiya Tirkiyeyê de tim li refên pêş bûye û got: "Lê niha nexweş e. Bi ser vî halî de hûn ardibin doza îfadeyê lê dikin. Nikare biaxive. Mirov, bi hestên xwe, bi wijdanê xwe mirov e. Hebikekî wijdan û ehlaq divê. Hûn ê vê rewşa ku nûnerên gelê kurd nikarin biaxivin wekî propagandayê bi kar bînin? Nexweşiya kurdan jî anyê qebûlkirin."    Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Tûncelê birî û got, "tu meseleyê berovajî dikî." Tûncelê jî xwest heyeta dadgehê derbarê Tûglûkê de biryara berdanê bide û got: "Yan na tişta hûn dikin îşkence ye."    Piştî Tûncelê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş bal kişand ser atmosfera siyasî ya dema wergirtina îfadeyên muştekiyan û got: "Em dixwazin ev atmosfera darizandinê bê tomarkirin. Gava dosye hat ber we di dosyeyê de biryara DMME'yê û 2-3 şahidên veşarî hebûn. Wekî dint u titş tune bû. Ger hûn girêdayî dosyeyê bûna we yê wekî dozger lêpirsîn nekirana, lê hûn bi israr delîlan çêdikin. Gava muştekî gilî nakin hûn li ber dikevin. Hindik maye hûn lis e rpêyan ji muştekiyên gilî dikin re li çepikan bixin. Em baş dizanin ku şahidên sûc îsnat dikin ji sedî sed derewan dikin."    Parêzer Kenan Maçoglû jî xwest danişînên Doza Kobanê di dema betlaneya edlî de neyên lidarxistin.    Danişîn dê di 30'yê Hezîranê de bidome.