Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir 2022-06-28 19:53:45   STENBOL - Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya derbarê rojnamevan Mehmet Aslan de ku ji ber nûçeyên çêkiribûn hatibû girtin, erê kir.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê de di 9'ê Çileyê de li Stenbolê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "nûçeyên ku girseyan fît dikin" hatibû binçavkirin. Aslan piştî 4 rojên di binçavan de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê. Aslan, di 26'ê Gulanê de di danişîna ewil a li Girtîgeha Cezayê Giran a 24'an a Stenbolê hat lidarxistin de hatibû berdan.    Di danişîna biryardayîn, di 16'ê Kanûna 2021'ê de, dadgehê biryara beraetê dabû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtiraz kiribû û serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Stenbolê dabû.    Dadgeha Îstinafê serlêdana dozgeriyê red kir û beraeta Aslan erê kir.