ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-29 09:00:11   * Wanî ji bo kongreya HDP'ê amade ne. Waniyan got: "Hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan HDP ye, hêza demokratîkbûnê HDP ye."    * Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Suruc bertek nîşanî 3 meh cezayê dîsîplînê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn da û got: "Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin."   * Hat hînbûn ku ruxseta înşeatê ya avahiya aydê rêvebirê AKP'î tune ye. Saziyên di vî warî de karbidest xwe li bêdengiyê danîne. Her wiha avahiya bêdestûr hatiye çêkirin û ruxseta wê ya înşeatê tune ye dijî tevna dîrokî ya Mêrdînê ye.    * Piştî dibistan hatin girtin li atolyeyan hejmara karkerên zarok zêde bû. Zarokên malbatên xizan ên berê xwe didin atolyeyên tamîrkirina otoyan, mobîlyayan û tekstîlê beranberiya karê ku ji wan girantir tenê 600 an jî hezar û 500 lîre heqdest digirin.    * Şeniyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re dan û gotin: “Berpirsyare vî şerî malbata Barzanî ye. Îro li ser kurdan bazirganiyê bi dijmin re dikin. Bes xiyanetê bikin.”    * Şêniyên Amedê bal kişandin ser budçeya pêvekî ya ku li Meclisê hevdîtinên ji bo wê didomin û wê wekî "budçeya şer pênasekirin." Amediyan ji bo vê yekê got: "Her tişt ji bo Erdogan belaş e, lê dîsa jî têra wî nake!"    * Endama Meclîsa Jinan a Yekîtiya Ekolojiyê Fusûn Kayra destnîşan kir ku nêzî meh û nîvek berê siyanur çiziriye û got, ev çizirandin berê li derewê hatibû qulibandin, lê vê carê nikaribûn wê li derewê biqulibînin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 478'emîn de berdewam bike.    * Komeleya Şêx Seîd dê ji bo salvegera bîranîna 97'emîn a Şêx Seîd û hevrêyên wî dê li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li ber Saziya Tiba Edlî ya Amedê û li ber Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê berdewam bike. (11.00)    * Rêxistina DBP'ê ya Wanê beriya kongreya xwe ya ku li dar bixe dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Bi beşdariya Hevserokên Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê li avahiya HDP'a Bismilê civîna gel bê lidarxistin. (15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê di salvegera bîranîna 15'emîn de dê Parlamenterê DEP'ê Orhan Dogan li ser gora wî ya Goristana Asrî ya Cizîrê bernameya bîranînê li dar bixe. (18.00)   * Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî binçavkirin û zextên zêde bûne d3e li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê daxuyanî bide. (18.00)   * Akademiya Ma Muzîkê dê li avahiya xwe ji bo xwendekarên xwe merasîma mezûniyetê li dar bixe. (19.00)