Wan ji bo kongreyê amade ye 2022-06-29 09:01:40   WAN - Wanî ji bo kongreya HDP'ê amade ne. Waniyan got: "Hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan HDP ye, hêza demokratîkbûnê HDP ye."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê Tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Amadekariyên ji bo kongreyê bênavber didomin. Li Wanê dê bi hezaran kes di 2'yê Tîrmehê de bi awayekî girseyî bi rê bikevin.    Welatiyan diyar kir ku dê di 3'yê Tîrmehê de li Enqereyê bin û gotin: "Xwedîderketina li HDP, xwedîderketina li xwe ye."  ‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN HDP YE'   Tahîr Karakaya (73) bilêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê welêt ber bi kendal ve biriye. Karakaya anî ziman ku partiya ku tevahiya pirsgirêkan çareser bike HDP ye û got: "Her kes divê şaşiyên desthilatê baş bibîne. Îro ro bi navê hiqûq, aborî û siyaseta demokratîk tiştek nemaye. Kurdan tune dihesibînin. Ji ber ku em demokrasiyê, mafên mirovan û azadiyan diparêzin me wekî 'terorîst' lanse dikin. Em vê ferasetê qebûl nakin. Kurd divê xwedî li HDP'ê derkevin. Ger em wê bikin desthilat dê her tişt baş bibe. Ji ber hindê êrişê dibin ser HDP'ê. Hemû kesên xwedî wijdan divê piştgiriya HDP'ê bikin û tevli kongreyê bibin."    ‘KURD HENE, ÇARESERIYÊ DIXWAZIN'   Emrah Başoru (42) jî destnîşan kir ku HDP partiya gelên bindest e û pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê bi saya kurdan û HDP'ê bên çareserkirin. Başoru got: "HDP partiya gel û bûye hêviya bindestan. Îro ro li welêt pirsgirêkine mezin hene. Tenê HDP li dijî van pirsgirêkan li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê tu pirsgirêk bêyî kurdan û HDP'ê çareser nabin. Kurd hene û çareseriyê dixwazin. HDP jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têdikoşe."   Başoru anî ziman ku kesên hewl didin HDP'ê bigirin divê baş zanibin ku dê bi ser nekevin û wiha got: "Ger karibin 6 milyon hilbijêran bigirin, kerem bikin bila bigirin. Yanî em ê partiyeke din ava bikin û têkoşîna xwe bidomînin." Başoru bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û xwedî li HDP'ê derkevin.    ‘JI BO AZADIYÊ OCALAN BER BI KONGREYÊ VE'   Salih Akçî (48) bilêv kir ku kesên doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd dikin divê xwedî li HDP'ê derkevin û tevli kongreyê bibin. Akçî got: "Em dixwazin rêberê me, zimanê me û axa me azad bibe." Akçî bang li her kesî kir ku divê di 3'yê Tîrmehê de li Enqereyê be û tevli kongreya HDP'ê bibe û got: "Em wê hêwanê tije bikin û nîşan bibin ku gelê kurd li ser pêyan e."    PÊNGAVA RÊYA SÊYEM   Kenan Şan (43) jî destnîşan kir ku HDP partiyeke alternatîf ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan. Şan bi lêv kir ku xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li xwe ye û wiha axivî: "Tirkiyeyek bê HDP ne pêkan e. Ji lew re HDP hêza çareserkirina tevahiya pirsgirêkan e. Pêngava rêya sêyem û tifaqa demokrasiyê pêngaveke di cî de ye. Ez ji dil û can bawer dikim ku dê HDP bi ser bikeve. Partiya me di siyaseta Tirkiyeyê de partiyeke diyarker e. Kesên HDP'ê biçûk dixin dê têk biçin."    Şan bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û got: "Çimkî xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li xwe ye."    ‘HDP HÊZA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE'   Mahmût Akbûlût (38) jî destnîşan kir ku HDP sembola demokrasiyê ye û bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û got: "AKP ji ber ku ji HDP'ê ditirse bi daraza ketiye ber çerxa siyasetê siyasetmedaran digire. HDP, hêza demokratîkbûyîna vî welatî ye. Her kes divê bi vê zanibe û xwedî lê derkeve."    ‘HDP DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE'   Mehmet Emîn Aslan (47) anî ziman ku li welêt prisgirêkên mezin hene, lê belê HDP dikare van prisgirêkan çareser bike û wiha got: "Tiştên HDP dibêje watedar in. Lewma em dixwazin HDP bibe desthilat. Em gel xebatên partiya xwe pir diecibînin û serkeftinê dixwazin. Divê ehr kes biçe kongreyê û li cem HDP'ê be. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin kongreyê."