Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye! 2022-06-29 09:04:35   MÊRDÎN - Hat hînbûn ku ruxseta înşeatê ya avahiya aydê rêvebirê AKP'î tune ye. Saziyên di vî warî de karbidest xwe li bêdengiyê danîne. Her wiha avahiya bêdestûr hatiye çêkirin û ruxseta wê ya înşeatê tune ye dijî tevna dîrokî ya Mêrdînê ye.    Şaredariya Bajarê Mezina Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin "rûxandina avahiyên bibeton" ya di çaçroveya projeya UNESCO'yê de dabû destpêkirin didomîne, lê avahiya bi beton a Endamê Rêveberiya AKP'ê ya Bajêr Erdal Ay xera nake. Ev avahiya beton ku dijî tevna dîrokî ya bajêr e li nava Mêrdînê wekî "Qonaxa Yay" dixebite.    Çendî ku zabiteyan 3 caran ew mohr kirine jî lê di bin navê "rrestorasyonê" de çêkirina avahiya hat domandin. Her wiha Waliyê Mêrdînê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mahmût Demîrtaş jî serdana wê kirin. Çendî ev avahî dijî tevna bajêr e jî qeyûm xwediyên wê pîroz kir. Lê piştî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ev yek xist rojevê li ser navê "Qonaxa Yay"ê Mehmet Yay daxuyaniyek da û parast ku ruxseta wan heye û ruxseta vekirina cihê kar parve kir.    RUXSETA CIHÊ KAR ÇAWA HATIYE DAYÎN?   Nayê zanîn bê ka Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î çawa ruxseta vekirina cihê kar daye avahiyeke ku ruxseta wê ya înşeatê tune ye û Desteya Parastinê destûra wê nedaye, lê ew ruxseta vekirina cihê kar a hatiye parvekirin balê dikişîne. Ji ruxsetên ku piştî vekirina cihê kar bi hefteyekê hatine dayîn yek jê ya ji bo cihê "eşyayên diyariyê" ye ku di 24'ê Sibata 2022'yan de û yek jê jî "kafe-restoran" e ku di 18'ê Sibata 2022'yan de hatiye çêkirin.    BÊDENGÎ   Lê belê nehatiye diyarkirin ku bê ka destûr ji Desteya Parastina Heyînên Çandî hatiye girtin yan na. Her wiha ji ber ku ev avahî berevajî avahiyên dîrokî bi rengê spî hatiye boyaxkirin bûbû cuhê bertekan, lê heya niha hem şaredarî hem jî Odeya Mîmaran a Şaxa Mêrdînê ya girêdayî TMMOB'ê di vî warî de tiştek nekirine.    MA / Ahmet Kanbal