Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye 2022-06-29 09:20:59   ŞIRNEX - Şeniyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re dan û gotin: “Berpirsyare vî şerî malbata Barzanî ye. Îro li ser kurdan bazirganiyê bi dijmin re dikin. Bes xiyanetê bikin.”    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di 17'ê Nîsanê de êrîşeke berfireh da destpêkirin. Êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê li herêmê berdewam dikin, heta niha tu encam negirtin. Li herêmê pêvçûnên dijwar diqewimin. Li hemberî şerê ku bi erêkirina PDK'ê hatiye destpêkirin nerazîbûn jî berdewam dikin. Şeniyên ji gundên Pîrosa û Setkarê yên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariyê dan û gotin ku berpirsyarê vî şerî PDK'e ye û bang li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku kurd bibin yek.    'BERPIRSYARÊ VÎ ŞERÎ MALBATA BARZANÎ YE'    Welatiyê bi navê Mehmet Huseyîn Yîgît (73) ê ji gundê Pîrosa anî ziman ku tev li bûna PDK'ê ya şer wê bi xwe re zirarên gelek cidî bîne û wiha axivî: “Divê ku êdî kes neyê kuştin. Li her çar perçeyan kurd hemû yekin û birayê yekin. Kuştin, girtin zirarê dide. Pêwîst bû ku kurd nebana alîgirê şer û şer nexwestiba. Kurdê li vir heta niha ji bo kurdê başûr gelek tişt kirine. Barzanî berjewendiyên gelê kurd dike qurbana berjewendiyên malbata xwe. Ger li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigere ev şerê ku bi wê hevkariya wî hatiye bidestpêkirin wê bi dawî bike, lê eger li gorî berjewendiyên malbata xwe tevbigere wê vî şerî bidomîne. Bila bes şerê birakujiyê bikin. Em hemû jî xwişk û birayê êkûdu ne. Berpirsyarê vî şerî malbata Barzanî ye. Heger ji tirkan re bigota, 'Em xwîna birayê xwe narijînin. Çi karê me li van çiyayan heye. Ev çiya çiyayên Kurdistanê ne.' Tirkiye îro nediket wê derê. Ev tişt me diêşîne. Ev zirarê dide me. Ev zirare jî wê pêvajoyê dirêj bike. Qasî ku em li dijî hevdû bin, wê dijmin pêşve biçe. Ji ber wê em êdî yekitiyê dixwazin. Bi fîîlî tevlîbûna PDK'ê ya şer wê zirareke gelek mezin bi xwe re bîne. Kurd wê yek bi yek zirarê bibînin. Kuştina kurdan kêrî kesî nayê.”   'BARZANÎ BÊRÛMETIYÊ DIKE'    Ji heman gundî Nurî Yîgît (58) jî diyar kir ku tiliyakê di vî şerî de hebe wê di dîrokê de hesab bide û got: “Em aşitiyê dixwazin bila ev şere bisekine. Bila bes bira birayî bikuje. Divê kurd hemû bibin yek. Êdî bila ev xiyanete ji nava me rabe. Heger wisa bidome, dibe kurd ji bedelên ku heta niha dayin gelek zêdetir bedel bidin. Divê ku Barzanî li xwe vegere û vî şerê birakujiyê bide sekinandin. Barzanî bêrûmetiyê dike. Îro Barzanî xiyanetê li xwişk û birayên xwe dike. Di navbera kurdê li çar perçeyan de tu cudahî nîne. Em biratiyê dixwazin. Divê ev xiyanete di nava me de derkeve. Dema ku em di nava xwe de bûn yêk dewlet nêçare ku aşitiyekê pêk bîne. Lê heger ku em nebin yek wê her tim yek li serê me bide.”   'LI SER KURDAN BAZIRGANIYÊ DIKIN'   Yek ji şeniyên gundê Setkarê Soylemez Temel (48) jî bertek nîşanî erêkirina şer a PDK'ê da û ev tişt anî ziman: “Mesut Barzanî deriyê Kurdistanê ji gelê xwe re girtiye û ji dijmin re jî vekiriye. Tirk hemû hevalên wî ne. Destê xwe didin Erdogan û xiyanetê li gelê kurd dikin. Xiyanetê li zarok, jin û ciwanên kurdan dikin. Çi nemaye ku nekiriye. Zarokên me îro li wir ji bo parastina axa wî tedikoşin. Wê axê zarokên me diparêzin. Lê ji gelê xwe re dibêje, 'Herin hûn li vir çi dikin, ez we naxwazim' bi dijmin re hevkariyê dike. Li wir serî li her rêbazekî dan lê dîsa jî bi ser neketin. Ew ê nikarin bi serkevin jî, wê serkeftin a me be. Kobanê bi serket wê Zap jî biserbikeve. Li Kobanê DAIŞ'ê nekariya wê îro jî li Zapê nekarin. Tenê tişta ku ji me re pêwîst ew e ku em bibin tifaq û di nava xwe de silha xwe bikin. Bila bes hevdû bifiroşin. Dilê dayikan dişewite bila ev şere bisekine. Divê dayik biçin parlementoyê û li wir daxwaz bikin ku ev şere bisekine. Tenê daxwaziya me tifaqa gelê kurde. Barzanî wê her tim bi dewleta tirk re be. Çimkî xwe firotiye dewleta tirk. Armanca Barzanî ew e ku kurdan ji wir derbixîne û tirkan bi cih bike. Lê ne Erdogan, ne jî Barzanî wê neyê efû kirin. Li ser kurdan bazirganiyê dikin. Bes bibin hevalên dewleta tirk û Barzanî.”   'MA EW NE KURD BÛ?'    Yek ji şêniyan Meryem Cîn (68) jî daxwaz kir ku ev şerê ku Barzanî daye destpêkirin, bi dawî bike û got: “Barzanî dijmine. Bi van kirinan xayintiyê li xwe dike. Ma ew jî ne kurd bû? Xwedê vê zilma wan qebûl neke. Xwedê heqê kurdan berze neke. Zimanê wan, nasnameya wan kurde. Bi pereyî xwe difiroşin. Xwedê tifaqekê bêxe nava kurdan. Ma nabînin ku kurd di çi rewşê de ne? Bila dawiyê li bira kuştinê bînin.”   'DAWIYÊ LI XIYANETÊ BÎNE'    Ji gundê Pîrosa Pîroz Yîgît (40) jî diyar kir ku şaşitiya ku îro Barzanî dike wê bibe sedemê komkujiyekî û wiha axivî: “Em naxwazin ku şer çêbibe. Bila ev şere bê sekinandin. Bila bes dilê dayikan bişewite. Em jî aramiyekî dixwazin. Me gelek bi çavê xwe ditin. Ew tişta ku me dîtî em naxwazin ku zarokên me bibînin. Barzanî çawa pişta xwe dide gelê xwe? Bila dawiyê li vê xiyanetê bîne. Bila bi gelê xwe re bibe yek. Bila bes êş bikeve, taxan, sûkan û bajaran.”