Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin 2022-06-29 10:24:34   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede anî ziman ku dewlet bi operasyonên leşkerî dixwaze gundên ser sînor ên Geverê vala bike û wiha got: “Dixwazin Kurdistanê veguherînin qada şer û herêmeke tampon ava bikin.”    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Ji Şirnexê heta Colemêrgê li seranserî sînor di bin navê “Operasyonên leşkerî” de gund tên dorpêçkirin. Herî dawî jî di 26’ê hezîranê de li herêma Astenga Reş a li dora gundên Şîşemzîn, Xurekana Temo û Xurekana Seyîda yên Geverê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkerên ku gundê Şîşemzînê dorpêç kiribûn, şêniyên gund bi darê zorê birin qada operasyonê. Gundiyên ku piştre hatin binçavkirin, ji hêla leşkeran ve hatin îşkencekirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku Tirkiye piştî her operasyoneke leşkerî berê xwe dide sivîlan û tekane armanca wê jî ew e ku mêtingeriya xwe ya li herêmê bidomîne.     Saît Dede da zanîn ku komara tirk ji dîrokê ve li dijî kurdan her tim polîtîkaya tunekirin, înkar û qirkirinê meşandiye û wiha domand: “Ev nêzî 6-7 sal in li Rojhilata Navîn polîtîkayeke cuda dimeşîne. Bi vê yekê dixwaze kurdan bêstatû bihêle û Kurdistanê di bin mêtingeriya xwe de bihêle. Ne tenê li dijî kurdê A yan jî yê B lê li dijî tevahiya gelê kurd vê polîtîkayê dimeşîne. Lewma jî kesê di vê sedsalê de ne li gorî berjewendiyên gelê kurd tevdigere, dê dîrokê de weke xayîn bê nivîsandin. Divê gelê Başûr jî li dijî operasyonên li herêmê dengê xwe derxîne. Armanca van operasyonan ew e ku di vê sedsala nû de xaka kurdan têxin bin serweriya xwe. Lewma divê tu kurd bi tu awayî bi dagirkeran û bi kesên hewl didin kurdan tune bikin re tevnegerin. Divê li dijî wan xwedî seknekî birûmet bin.”    ENCAMA TECRÎDÊ: KRÎZ, ALOZÎ, ŞER   Di berdewamê de Dede anî ziman ku bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer û aloziya li Rojhilata Navîn jî kûrtir bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kengî tecrîd ketibe meriyetê, polîtîkaya zext û qirkirinê ya li dijî kurdan jî girantir bûye. Meseleya esasî, tecrîd e. Birêz Ocalan, aktorê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk bû. Ev aktor kengî hatibe paşguhkirin, wê demê şerê heyî bêhtir kûrtir bû. Operasyonên li dijî Başûr, êrişên ser Rojava, tevgerên dagirkeriyê, zextên siyasî, fîzîkî û civakî yên li ser kurdên li Tirkiyeyê ji hev cuda nînin. Zextên tên kirin li dijî hemû kurd û gelê Kurdistanê ne. Yên ku îro vê sepanê birêve dibe jî desthilatdariya AKP’ê ye.”    ‘DÊ BI SER NEKEVIN’   Bi domdarî Dede destnîşan kir ku hêzên herêmê hewl didin rol û hêza gelê kurd a li Rojhilata Navîn tune bikin û wiha pê de çû: “Lê xuyaye ku dê ev polîtîkayên wan bi ser nekevin. Ji ber ku hikûmetên beriya AKP’ê û dewletên herêmê jî ev yek gelek caran ceribandin. Xwestin bi van sepanên xwe gelê kurd bêzar bikin. Lê ji dîrokê heta niha gelê kurd her tim li dijî van sepanên faşîst li ber xwe da û hêj niha jî li ber xwe dide.”    ‘DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN’   Parlamenter Dede da zanîn ku sînorê Colemêrgê bi sê dewletan re heye û ev nirxandin kir: “Lewma xwedî cihekî girîng e. Tirkiye jî dixwaze vê têkiliyê qut bike. Bi taybet jî li dijî gundên ser sînor konsepta zext, operasyon û girtinê xistiye meriyetê. Dixwaze bi van êrişan gundan vala bike, Kurdistanê veguherîne qada şer û li vê derê herêmeke tampon ava bike. Gelê kurd baş pê dizane ku dê desthilatdarî teqez encamekî ji van operasyonan negire. Dê gelê kurd li hemberî van êriş û operasyonan serî netewîne. Tekane çareserî ew e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin û muzakere dest pê bikin.”    ‘DÊ POLÎTÎKAYA WAN BI SER NEKEVE’   Dede axaftina xwe wiha qedand: “Dê AKP nekare desthilatdariya xwe bi polîtîkaya zextê bidomîne. Pir aşkeraye ku operasyon çareserî nînin. Bi polîtîkayên xwe hewl didin derdorên milîtarîst û şoven li cem xwe bigirin. Lê ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Ji ber ku xelk birçî ye û edaletê dixwaze. Divê kesek ji ber operasyon û êrişên heyî hêviya xwe winda neke. Ji ber ku li hêla din jî destkeftiyên me roj bi roj mezintir dibin. Li Rojhilata Navîn êdî bêyî kurdan kesek nikare gavekî biavêje. Di siyaseta Tirkiyeyê de jî wisa ye. Di esasê xwe de hewl didin vê rolê tune bikin. Hêza sereke ya ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dike jî hêza kurdan e. Lewma bila kesek hêviya xwe winda neke. Divê hemû kes li dijî van êrişan dengê xwe bêhtir derxîne.”