ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye! 2022-06-29 11:03:27   AMED - Saziya Tiba Edlî ku rapora “dikare di hefsê de bimîne” da Mehmet Emîn Ozkan ê girtiyê nexweş, di kêliya muayeneyê de pirsa “Serokkomar kî ye?” jê kirin.    Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî 26 sal in di girtîgehê de ye. Gelek nexweşîn lê peyda bûne û rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Li gel ku nexweşxane dibêjin “nikare di hefsê de bimîne” jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên “dikare di hefsê de bimîne” berdana wî tê astengkirin. Ozkan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê tê ragirtin ji ber nexweş her tim wî li rêya nexweşxaneyê dibin û tînin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê di 31’ê adarê de rapora “nikare di hefsê de bimîne” dabû Ozkan.    Piştî vê raporê Ozkan di 6’ê hezîranê de birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û piştî muayeneye wî dîsa anîn girtîgeha Amedê. Tevî ewqas nexweşînên Ozkan û li gel 5 caran krîza dil jî derbas kiriye rapora “dikare di hefsê de bimîne” da.    NEXWEŞXANE: NIKARE DI HEFSÊ DE BIMÎNE    Nexweşxane bi israr dibêje ku Mehmet Emîn Ozkan “nikare di hefsê de bimîne” lê tevî vê yekê jî ev daxwaz ango rapor nayê qebûlkirin û nexweşxane bale dikişîne ser gelek nexweşiyên wî û krîza dil ku derbas kiriye.    ATK: DIKARE DI HEFSÊ DE BIMÎNE    ATK berevajî raporên nexweşxaneyê îdia dike ku Mehmet Emîn Ozkan “dikare di hefsê de bimîne” û cih nade nexweşiyên krîtîk ên Ozkan. ATK di kêliya ku Okzan muayene kiriye de jî pirsa “Serokkomar kî ye” jê kiriye.    ATK GOTIYE OZKAN DIKARE LI XWE BINÊRE    ATK di rapora xwe de dibêje ku xwedîkirin ango lixwenihêrîn a Ozkan têr dike û ji ber ku ew ji tirkî fêm nake bi navbeynkariya wergêr hevdîtin hatiye krin. ATK di beşa dawî ya raporê de gotiye dê Ozkan mehek were şopandin û piştre dîsa ji bo muayeneyê bişînin saziya wan.    ‘BILA ATK NEBE KUJERÊ BAVÊ MIN’    Keça Ozkan, Selma Ozkan bertek nîşanî rapora, “dikare di hefsê de bimîne” da û got: “Dinya dizane ku bavê min di çi rewşê de ye. Her tim wî dibin nexweşxaneyê. Heta îro 7 caran wî birin ATK’ê. Li ser bavê min bazariya çi dikin? Hûn ji bavê tola çi hiltînin? Nikare bi serê xwe bimîne û bijî, nikare bi tena serê xwe biçe lavaboyê jî lê dîsa jî radibin rapora dikere di hefsê de bimîne didinê. Bila ATK nebe kujerê bavê min.”    MA / Mehmet Guleş