Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve 2022-06-29 12:40:17   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi lêv kir ku li Rihayê “hiqûqa serdestan” tê pêkanîn wiha got: “Dê dawiya dawî edalet serbike.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş edliyeyê daye destpêkirin di roja 478’emîn de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li bibe, Ferît Şenyaşar domand.    Şenyaşar, êrişa duh ji aliyê malbata nexweşekî ve li personelekî tenduristiyê hate kirin û berteka tenduristvan a çirandina dîplomaya wî ya piştî berdana êrişkar bi bîr xist û wiha got: “Duh her kes bû şahid ku li Rihayê ji Tirkiyeyê cûdatir hiqûqek tê pêkanîn.” Şenyaşar, diyar kir ku li Rihayê hiqûqa serdestan tê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Ji Serdozgeriya Rihayê heta Wezareta Dadê heta Serokkomar her kes vê bûyerê baş dizane. Di holê de heqîqetek, bêhiqûqiyek û zulmek heye. Em vê zilmê dikişînin lê kesên vê bihiqûqiyê ji nedîtive tên wê winda bikin. Wê dawiya dawî edalet serbikeve.”