Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn 2022-06-29 13:10:09   AMED - Di 97’emîn salvegera bidarvekirinê de Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şêx Seîd li dijî zilm û zordariyê serî rakir û dê heta dawiyê li ser rêça wî û hevalên wî bin.   Yek ji pêşengên têkoşîna rizgariyê ya gelê kurd Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29’ê hezîrana sala 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatibûn bidarvekirin. Bi munasebeta 97'emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî, li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Komeleya Şêx Seîd, nevî û vasiyê wî Mehmet Kasim Firat û gelek kes amade bûn.    Di daxuyaniyê de ji ewil Mehmet Kasim Firat axivî û da zanîn ku di dîroka Kurdistanê de gelek rojên tarî hene û bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî jî yek ji wan roja ye. Bi domdarî Firat ev tişt anî ziman: “Em îro dîsa dibêjin ku em li ser rêya wan in û lanetê li dagirkeran û bêhiqûqiyên wan dikin. Şex Seîd rêberê me ye û zilm û zoriya li wan hatiye kirin ji bîr nakin.”    ‘LI HEMBERÎ ZILM Û ÎNKARÊ RABÛN’   Piştre jî Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya daxuyanî xwend. Kaya, diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî li hemberî zilm, înkar û tunekirinê serî hildan û wiha domand: “Dadgeha Îstîklalê bi darizandineke neadaline û li ser biryara dewletê ew bi dar ve kirin. Heqîqeta dîrokî û civakî hêj jî nehatiye zelalkirin. Bi mebesta binpêkirina berxwedana civakî, cenazeyên wan nehatin dayîn. Cihên gorên wan ji malbatên wan hatin veşartin.”    ‘DIXWAZIN BÎRA CIVAKÊ TUNE BIKIN’    Bi domdarî Kaya da zanîn ku biryara veşartina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî, hem li dijî malbatên wan û hem jî li dijî civaka kurd heqareteke mezin e û wiha got: “Ev, biyareke siyasî ye û exlaqî, olî û hiqûqî nîne. Bi vê yekê re xwestin bîra civaka kurd tune bikin. Banga me ew e ku ji bo hemû şehîdên kurdan li goristanan bên veşartin, cihên wan bên nîşandan.”   Herî dawî bi navê Partiyên Tifaqa Kurdistanî jî Sînan Çîftyurek axivî. Çîftyurek bi lêv kir ku Şêx Seîd û hevalên vî bi awayekî derhiqûqî hatin bidarvekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj cihê gelek kurdan nediyar e. Divê were zanîn ku em ê dev ji vê dozê bernedin.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.