Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke 2022-06-29 13:12:04   AMED - Xizmên girtiyan çalakiya xwe îro li ber ATK’ê domandin. Keça girtiyê nexweş Herdem Merwanî bang li ATK’ê kir û got: “Bila ATK raporan qebûl bike û cihêkariyê neke nava girtiyan.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo ku bên berdan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê di roja 226’emîn berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî, Piştgirî û Piştevaniya bi Kesen Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amede û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiya malbatan.   'BILA ATK ERKA XWE PÊK BÎNE'   Di çalakiyê de ewilî keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî bi lêv kir ku tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin jî ji aliyê ATK’ê ve nayên berdan û rapor tên binpêkrin. Merwanî anî ziman ku ATK dubendiyê dike nava girtiyan û wiha got: "Em li vir carek din gazî ATK’ê dikin ku bila xwedî li erka xwe derkeve û wan raporan qebûl bike. Ev ne daxwaza me tenê ye îro hemû malbatên girtiyan, sazî, partî û rexistinên sîvîl dibêjin ku bila ATK wan raporan qebûl bike. Ji ber wê bila ATK cihêkariyê neke, bila dawî li vê neyartiyê bînê û bi erka xwe rabe.”    ‘WÎJDAN Û MERHAMET BI WAN RE TUNE YE’    Piştî Merwanî dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan destnîşan kir ku çalakiya wan a adaletê 8 meh li pey xwe hişt û got: “Heke wîjdan û merhamet bi wan re hebûna, çend mehen me di serma û germê de doza edaletê nedikir. Wê daxwazên me bihatana qebûlkirin. Lawê min girtiyek nexweş e û bi salan e di girtîgehê de ye. Heta ku ruh di me de hebe em ê li pey nobeda edaletê û zarokên xwe bin. Banga me li rêyedarên dewletê ew ê ku bila daxwazên me qebûl bikin. Bila ev îşkenceya li ser zarokên me û me bi dawî bibe.”    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.